Dayikên Şemiyê komeleyeke sivîl e ku bi taybetî ji dayikên mirovên di kuştinên kiryarên nediyar û bêdaraz de windakirî pêk tê. Tê zanîn ku di navbera salên 1980 û 1995an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedan kes hatine revandin û kuştin û heta îro xizmên van mirovên berzekirî tu agahiyên ji wan tune ye[1].

Dayikên Şemiyê
  • Rêxistina mafên mirovan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dayikên Şemiyê li meydana Galatasarayê li Stembolê (li dora 1995)
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Komeleya Dayikên Şemiyê ji 27ê gulana 1995an û vir ve her roja şemiyê li meydana Galatasaraya Stembolê kom dibin û xwepêşandanên rûniştinê çê dikin. Modela vê komeleyê Dayikên meydana Plaza de Mayoyê ya Buenos Aires, li Arjentînê ye.

Dayikên Şemiyê bi madalyaya Carl von Ossietzky a sala 1996 û bi xelata Hrant Dink a sala 2013 hatin xelatkirin[2].

Çavkanî biguhêre

Bîbliyografî biguhêre