David Neil MacKenzie (jdb. 8ê nîsana 1926an, London, Brîtanya − m. 13ê çiriya pêşîn a 2001ê, Bangor, Wales) zimannas û profesorê zimanên îranî û yek ji kurdnas û rojhilatnasên îngilîz ên herî giring ên piştî Şerê cîhanî yê duyem bû. MacKenzie wek zaravanasên îranî tête naskirin. Bixwe jî gelekî zarava û devokên îranî dizanibûye; ji zaravayên kurdî heya ziman û zarên îraniya navîn wek xwarezmî.

Ew wek bapîrê ramaniyên zanîstî yê tezên veqetînxwazên (separatîzm) gelê kurd li ser zimanan tê nişandin. MacKenzie tovên çend tezên gengeşî di kurdolojiyê de çanda. Vana heya îro tênê niqaşandin.[1]

  1. Med ne kurd bûn, zimanê kurdî ne perisîna zimanê medî ye.[2]
  2. Kurdî ne zimanekî ye. Kurdî ji zaravayan û devokên pêktê, yên ku di nav hev de mînandî ne[2]
  3. Kirmanckî, hewramî û lekî ne zaravayên kurdî ne. Vana hemî zimanên serbixwe ne[2]

Berhem biguhêre

Lêkolîna wî ya li ser zimanê kurdî biguhêre

  • D.N. Mackenzie (1961/1981/1990). Kurdish Dialect Studies, I-II. School of Oriental and African Studies, London. ISBN 0 7286 0087 0.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ http://kurdica.com/News-sid-Dr-David-Neil-MacKenzie-95.html
  2. ^ a b c Dr. Ferdinand Hennerbichler: Die Kurden Ed. fhe, Albert & Hennerbichler, 2004.