Davîdê Tolhildan fîlmekî derhênerê kurd Mano Xelîle.

Davîdê Tolhildan
DerhênerMano Xelîl Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêker
Senaryo
Muzîk
  • Peter Scherer Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Derhênêrê
dîmenê
Çapkirin
  • 2007 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dom/Mawe54 deqîqe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
WelatSwîsre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanZimanê fransî li ser wîkîdaneyê biguhêre

Naveroka fîlm biguhêre

Fîlmê "Davîdê Tolhildan" çîroka xortê Swîsrî Davîd Rouiller, kurê serokê dadgeha Federal a Swîsra a berê, Profesorê zanîngehê û endamê dadgeha kar ya cîhanê ye. Davîd dev ji jiyana xwe a komfort li Swîsra berdidê û ev buye derdora şeş salan, ku cihê xwe di nav refê Gerîla de dîtiye. Davîd, piştî ku hevalê wî ê kurd „Tolhildan“ li Mêrdînê jiyana xwe ji dest didê, navê xwe diguherînê, navê xwe dikê Tolhildan. Davîd ku ji ruh û can di nav hêza azadiya Kurdîstanê de cihê xwe girtiye, buye yekî kurd, ziman, dan û standina wî buye kurdî. Dayîka wî ji Lozana Swîsra berê xwe dide nav çiyayên Kurdistanê, ji bo ku kurê xwe bibîne. Ev xanima swîsrî ji nêz ve dibe şahidek li ser jiyana mirovên canfîda, mirovên bi hurmet û bi rumet, demekê di nav refên keç û xortên Kurd de dimîne. Dawî bi dilekî xweş vedigere welatê xwe. Çîrok ne tenê çîroka dayikek swîsrî ye, çîrok çîroka hemu dayikên kurdin, ku keç û kurê wan xwe dikin qurban ji bo azadiya kurd û Kurdistanê.

Derhêner û piştgiriya fîlm biguhêre

Film bi hevkariya derhêner Mano Xelîl û sê Kanalên televizîonên Swîsrî û almanî û her wiha bi piştgiriya wezareta rewşenbîrî a welatê Swîsre hatiye amadekirin. Fîlmê Tolhildan bi zimanên almanî, fransî û îtali ne jî hatine dûblaj kirin[1][2].

Rexneya fîlm biguhêre

Filmê Davîdê Tolhildan nerînek nu, bi çavekî din li şoreşa Kurdistanê temaşe dike, zimanekî nu di warê filmên dokumentar di dîroka kurdîstanê de ye.

Qedexe biguhêre

Fîlmê Tolhildan beşdarî gelek festîvalên fîlman bû û hîn xelat wergirtin, lê ji ber sedemên polîtîk û sextên dewleta tirk film li gelek festîvalan hate qedexekirin û nehate nîşandan.

Cara pêşîn ji ber mudaxela rêjîma Tirk film li Festivala filman li Emîrata Erebî (Mîrgehên erebî) cend seatan berî wesanê hat qedexe kirin.

Cara duemîn disa ji ber mudaxela qunsilsa tirki li singapor film ji festivala filman li Singapora hat qedexe kirin 2008.

Beşdariya festîvalên fîlman biguhêre

  • Solothurn Film Festival Swîsre 2007
  • Krakow Film festival Polonya 2007
  • London Kurdish film festival Brîtanya 2007
  • Split Film Festival Kroatya October 2007
  • Berlin Kurdisch film Festival Berlîn 2007
  • Emirate Film Competition Emirata Erebî 2007
  • Aljazeera Film Festival Qatar, Douha, April 2007
  • Stutgart film days Almanya2007
  • Oriental Film festival Geneva Swîsre 2008
  • Singapore Film festival Singapore 2008
  • Hamburg Kurdisch Filmfestival Almanya 2008
  • Panorama film festival Yewnanistan 2008

Çavkanî biguhêre