Daka
Daka (bi bengalî: ঢাকা Ḍhākā), paytext û bajarê herî mezin ê Bengladeşê ye ku nehemîn bajarê herî mezin û heftem bajarê herî qerebalix ê cîhanê ye. Daka megabajarek e ku li gorî daneyên sala 2022an nifûsa bajêr 10,2 milyon kes e û nifûsa Daka ya mezin zêdetirî 22,4 milyon kesî ye.[1][2][3] Bajar bi gelemperî wekî devera bajarî ya herî qerebalix a li cîhanê hatiye hesabkirin.[4]
Daka
| |
---|---|
| |
Daka li ser nexşeyê | |
Koordînat: 23°43′44″Bk 90°23′40″Rh / 23.72889°Bk 90.39444°Rh | |
Dewlet | Bengladeş, Pakistan, Dominion of Pakistan, British Raj, Company rule in India |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 1608 |
Îdarî | |
• Şaredar | Atiqul Islam (2019–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 368 km2 (142 sq mi) |
Bilindahî | 60 m (200 ft) |
Nifûs | 16.800.000 (2017) |
Dem | |
Koda telefonê | 02 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Erdnîgariya Dakayê biguhêre
Daka navenda çandî, aborî û zanistî ya herî girîng a rojhilata Asyaya Başûr e û di heman demê de nifûsa bajêr bi pirranî ji misilmanan pêk tê. Di warê dahata berhema navxweyî de Daka li Asyaya Başûr di rêza sêyem de ye û li cîhanê di rêza Dahata Berhema Navxweyî de di rêza 39em de ye. Bajêr li ser Deltaya Gangesê ye û çemên wekê Burîganga, Turag, Dhaleşwarî û Şîtalakşiya li devera bajêr cih digirin. Di heman demê de Daka bajarê herî mezin ê bengalîaxivê li cîhanê ye.
Dîroka bajêr biguhêre
Daka ji hezarsala yekem ve bûye cihwarê mirovan. Bajar wekî bajarekî nûjen di sedsala 17an ve wekî paytexta parêzgehê û navendek bazirganî ya Împeratoriya Moxol a Hindistanê pêşve çû. Daka 75 salan (1608-39 û 1660-1704) paytexta Bengala moxol a proto-pîşesazî bû. Bajar navenda bazirganiya muslin a li Bengalê bû û yek ji bajarên herî dewlemend ê cîhanê bû. Navê bajarê Mughal Jahangirnagar (Bajarê Jahangir) ji bo rumeta împeratorê berê yê desthilatdar Jahangir hatiye danîn.[5][6] Elîta moxal a dewlemend a bajêr mîr û kurên împeratorên moxalî hebûn. Geşedanbûna bajarê pêşkolonî di sedsalên 17an û 18an de dema ku bajar mala bazirganên ji seranserê Ewrasyayê bû, gihîştiye lûtkeyê. Bendera Dakayê hem ji bo bazirganiya çem û hem jî ji bo deryayê deverek bazirganî ya sereke bû. Moxalan bajar bi bexçe, tirbe, mizgeft, qesr û kelehên xweş xemilandin.[7] Demekê bajar wekê Venedîk a rojhilat hatiye binavkirin. Di bin serweriya brîtaniyan de, bajar bi elektrîk, rêhesin, sînema, zanîngeh û zanîngehên şêwaza rojavayî û peydakirina avê ya nûjen hatiye bêşvebirin. Bajar wekî paytexta Bengala Rojhilat û Parêzgeha Assam piştî sala 1905an dibe navendek girîng ê îdarî û perwerdehî ya li Raja Brîtanî. Di sala 1947an de piştî bidawî bûna desthilatdariya Brîtanyayê, bajar dibe paytexta îdarî ya rojhilatê Pakistanê û bajar di sala 1962an de paytexta qanûnî ya Pakistanê hate ragihandin. Di sala 1971an de piştî Şerê Rizgariyê bajar dibe paytexta Bengladeş a serbixwe. Di sala 2008an de Daka 400 salên xwe bajarê şaredarî ya bajêr hatiye pîroz kirin.[8]
Bajarê roja îro biguhêre
Daka bajarekî betaglobal e û navenda jiyana siyasî, aborî û çandî ya Bengladeşê ye. Bajar malavaniya hikûmeta Bengladeşê, gelek pargîdaniyên bengladeşî û rêxistinên perwerdeyî, zanistî, lêkolînî û çandî ya bangladeşî ye. Ji damezrandina bajêr ve wekî paytexta nûjen, nifûs, herêm û cihêrengiya civakî û aborî ya Dakayê pir zêde bûye. Bajar niha yek ji herêmên herî bi zexm ê pîşesazî ya welêt e ku ji sedî 35ê aboriya Bengladeşê pêk tîne. Di Borsaya Dakayê de zêdetirî 750 pargîdaniyên navnîşkirî cih digirin. Daka malavaniya zêdetirî 50 mîsyonên dîplomatîk û her weha navendên Înîsiyatîva Kendava Bengalê ji bo Hevkariya Teknîkî û Aborî ya Pir-Beş, Navenda Pêşdebirina Gundî ya Yekgirtî ji bo Asya û Pasîfîkê û Koma Navneteweyî ya Lêkolîna Jûtê dike.[9] Daka xwedan mîrateyek xwarina navdar e. Çanda bajêr bi kaşkaşk (erebokên ku ji aliyê mirovan têne kişandin), biryani, festîvalên hunerî, û pirrengiya dînî tê zanîn.[10] Li bajarê kevn nêzîkî 2000 avahiyên ku ji serdema moxal û brîtaniyan ve mane hene. Ji sala 1947an vir ve, bajar di pîşesaziya weşangeriyê de pêşveçûyineke girîng bi dest xistiye.[11]
Wêne biguhêre
-
Dîmenek ji Motîjel, Daka.
-
Swadhinata Stambha an Birca Serxwebûnê abîdeyek e ku ji bo bîranîna şerê rizgariya Bengladeşê hatiye çêkirin.
-
Dîtina pêşiya Salona Kurzon, Daka.
-
Dîtina pêşiya Keleha Lalbagê, Daka.
-
Ahsan Manzil ku li peravên Çemê Buriganga li devera Kumartuli ya Îslamporê ya Dakaya kevn e.
-
Jatiyo Sangsad Bhaban, Bengladeş.
Çavkanî biguhêre
- ^ "Dhaka ranks world's sixth most populous city". www.dhakatribune.com (bi îngilîzî). 14 kanûna paşîn 2022. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 kanûna pêşîn 2015. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "The World's Most Densely Populated Cities". WorldAtlas (bi îngilîziya amerîkî). 4 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ "Here's How Many People Live In The Most Densely Populated City On Earth". Grunge (bi îngilîziya amerîkî). 3 îlon 2021. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ "Forum". archive.thedailystar.net. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ "Islam Khan Chisti - Banglapedia". en.banglapedia.org. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ Hough, Michael (2004). Cities and Natural Process: A Basis for Sustainability (bi îngilîzî). Psychology Press. ISBN 978-0-415-29854-4.
- ^ "400 years of Dhaka". The Daily Star (bi îngilîzî). 1 kanûna pêşîn 2008. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ Report, Star Business (24 sibat 2017). "Dhaka's economic activities unplanned: analysts". The Daily Star (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
:|pêşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî) - ^ Sajen, Shamsuddoza (19 tebax 2022). "How Partition impacted the Dhaka book trade". The Daily Star (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ "Dhaka and Akhtaruzzaman Elias". www.dhakatribune.com (bi îngilîzî). 16 hezîran 2022. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
Girêdanên derve biguhêre
Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |