Dîskrîmînasyon ango cudahîkirin, ji hêla birêveberî, sazûmanî yan mirovên din ve ji ber ku ji hev cûda ne xirabtir muemelekirina kesên din e. Dîskrîmînasyon dikare bandora xwe li ser astên pir cuda pêk bîne û di formên cihêreng de xwe xuya bike.

Merivekî afrîkî-amerîkî ji avdanka ji bo kesên reşik avê vedixwe, nêzikî salên 1939

Bêjenasî biguhêre

Peyva dîskrîmînasyonê ji peyva îngilîzî ya discrimination ketiye kurdî.[çavkanî hewce ye] Di îngilîzî de wek discriminate herî pêşî di sedsala 17an de xuya dike. Ji peyva latînî ya discriminat- 'navbera tiştekî cudahî xistin' ji lêkera discriminare ji navdêra discrimen ji lêkera discernere[1] tê.

Mînakên cudahîkirina mirovan biguhêre

Dîskrîmînasyona struktûrî biguhêre

Dîskrîmînasyon li ser struktûrên civakî yên ku dîskrîmînasyon bi cih tînin ava dibe. Wek mînak qezenca gelek jinan li Almanyayê ji bo karê eynî ya ji mêran kêmtir e.

Dîskrîmînasyona sazûmanî biguhêre

Dîskrîmînasyon li ser struktûrên avahîyên gelemperî an dewletî ku dîskrîmînasyon bi cih tînin ava dibe. Wek mînak zarokên dêûbavên nexwendî di dibistanê de piranî rastî dezavantajî tên. Ji bo wan hîn zehmettir e ku wan bixwe bixwînin.

Dîskrîmînasyona pircarî biguhêre

Kesekî ji ber gelek sedeman tûşî dîskrîmînasyona dibe, wek mînak, ji ber ku ev kes transseksûel e û salê xwe mezin e.

Dîskrîmînasyona rasterast biguhêre

Dîskrîmînasyon li ser vê yekê ava dibe ku kesekî bê sedem ji kesekî din xirabtir muamele dibîne. Wek mînak, ofîsekî dewletê serlêdanê kesekî ji bo alîkariya kirêyê qebûl nake, ji ber ku ev kes bi zimanê Elmanî nizane.

Dîskrîmînasyona nerasterast biguhêre

Dîskrîmînasyon li ser rêzikekê ku di mêzkirina yekem de ji bo her kes yeksan xuya dibe ava dibe. Bi mêzkirina duyem dibe zelal ku hinek kes tên dîskrîmîne kirin. Wek mînak, li ofîsa hemwelatiyê divê heywanan li derve bimînin. Ev şêrta bealî mîrovên biastengiyên çavê yên ku hewceyî kuçikekî alîkar in dîskrîmîne dike.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Definition of discrimination; Origin". Oxford Dictionaries. Oxford University. Ji orîjînalê di 14 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2013.