Dîroka Bakurê Kurdistanê

Berî Osmaniyan biguhêre

  Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Serdema Osmaniyan biguhêre

  Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistana Osmaniyan

Piştî şerê cîhanî yê yekem biguhêre

Hewlên rewşenbîrên kurd li Stembolê biguhêre

  Gotara bingehîn: Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd
  Gotara bingehîn: Cemiyeta Tealiya Kurd
  Gotara bingehîn: Azadî (rêxistin)

Li Stembolê: Hêj şerê cîhanî nû xelasbûyî, entellektuel û siyasetmedarên kurd li Stembolê dest bi xebata kirin. Seyîd Ebdulqadir, Emîn Alî Bedirxan û gelek endamên ji malbata Bedîrxaniyan û Babaniyan bi hevra Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd ava kirin. Her wisa endamên vê cemiyetê Cemiyeta Tealiya Kurd jî ava kirin. Li Helebê, Nisêbînê, Şirnexê, Cizîrê û li Mûsilê propagandayên xwe dikirin. Heta ku li navbera Zaxo û Cizîrê tevgerên leşkerî hebûn ku li dijî artêşa Osmaniyan û Kemalîstan şer bikin. Li vê herêmê rêvebirê van xebatan miftiyê Cizîrê bû [1]. Xebatên van kurdan berevajî Şêx Mehmûd û Simkoyê Şikak, tenê bikaranîna rêyên dîplomasiyê û çandê bûn. Bi vê helwestê li 7ê çiriya paşîn a 1918ê de kovara Jînê weşandin. Navenda siyasetê ya kurdan li Stembolê bi giştî li gel Osmaniyan û dewletên Ewropî hevdîtin dikir. Di encama hevdîtinê li gel Osmaniyan 1ê xizîrana 1919ê ev biryar hat girtin. Hêjayî gotinê ye ku di hevdîtinên li gel dewletên Ewropayî, serokê heyeta kurdan Şerîf Paşa[2]:

  1. Ji bo Kurdistanê otonomeke fireh
  2. Ji bo vê otonomê, amadekirina qanûnan
  3. Bicîhanînan qanûnan
  4. Kurdistan dê wek parçeyê Osmaniyan bimîne

Lê ev hevgirtina kurdên Stembolê jî wek xwe nema, di nav van kurdan de fraksiyonên cuda cuda derketin. Seyîd Ebdulqadir û hevalên wî dixwast di nav Osmaniyan de bimînin û divê kurd alîkariya Osmaniyan bikin. Yanî otonomî di nav Osmaniyan de dixwastin. Serê fraksiyona din Emîn Alî Bedirxan bû ku wî jî diparast ku kurd bikevin di bin sîwana hêzeke mezin de, ne ya Osmaniyan de. Yanî mandateriya ingilîzan dixwastin. Di dawiyê de Emîn Alî Bedîrxan û endamên din yên malbata Bedirxaniyan Cemiyeta Teşkîlata İctimiyeya Kurd ava kirin. Memduh Selîm Beg jî Partiya Demokrata Kurd-1919 ava kir[3] .

  • Fraksiyonên rewşenbîrên kurd li Stembolê ev bûn;
  1. Cudahîxwaz: Hewla van kesan ew bû ku Kurdistana Serbixwe ava bikin. Şerîf Paşa û Sireya Bedîrxan serkêşiya vê grûbê dikir. Ev grûbeke gelek biçûk bû di nav rewşenbîran de.
  2. Otonomxwaz: Hewla van kesan jî ew bû ku di nava Osmaniyan de herêmeke otonom ji bo kurdan were ava kirin. Serkêşên wê Seyîd Ebduqadir û hinek endamên malbata Bedîrxaniyan bûn. Lê ev grûb zêde nejiya û di nax xwe de bûn du parçe; Kesên piştgiriya Siltan Mihemedê 6emîn dikin ku serokê wan Seyîd Ebdulqadir bû. Kesên din jî serxwebûna Kurdistanê diparastin ku Emîn Alî Bedîrxan, Memduh Selîm, Ekrem Cemîlpaşa hwd. di nav de bûn.

Bi dûçûna çavkaniyekê li sala 1919ê partiyeke bi navê Partiya Demokratîk ya Neteweyî ya Kurdistanê ji Londrayê miraceet dike ku Brîtanya alîkariya kurdan bike. Ev miraceete ji layê katibê giştî Selîmbeylî hatiye kirin [4]. Lê em têkiliya vê partiyê û partiya Memduh Selîm niha nizanin.

Cemiyeta Tealiya Kurd li sala 1921ê ji aliyê Meclîsa tirkan ve hatiye girtin.

Hewlên Elîşêr Beg(tîrmeh 1920) biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Qoçgiriyê

Li Dêrsim û Sêwazê li herêma kurdên qoçgirî li dijî Kemalîstan serhildan hatiye destpê kirin. Serhildêrên kurd bajarên Qoçgîr, Qenxal û Macîran bidest xistin û li Xozatê civiyan. Di encamê de li dijî Meclîsa Mezin ya Neteweyî ya Tirkiyeyê daxuyandin hatiye dan û ji meclîsê hatiye xwestin ku daxwazên miletê kurd bipejirînin. Lê tirkan ev daxwaz qebûl nekirin û dest bi şer kirin.

Heta xizîrana 1921ê şer berdewam bû. Alîşêr û 500 efserên kurd teslîmî tirkan bûn

Hewlên Mustafa Kemal biguhêre

  Gotara bingehîn: Kongreya Erzîromê
  Gotara bingehîn: Kongreya Sêwasê
  Gotara bingehîn: Şerê Rizgariya Tirkiyeyê

Piştî şerê cîhanî bidawî hat, Mustafa Kemal Atatürk û gelek efserên din yên artêşa Osmaniyan çûn Anatolyayê ji bo birêxistina gelê Anatolya. Pêşiyê li Erziromê li 23 tîrmeh-5 tebaxa 1919ê kongreyek lidarxist. Ji 5 parêzgehên kurd 58 nûner tevlî vê kongreyê bûn, ji van nûneran 22 kurd bûn[5]. Paşî di navbera 4-11 îlona 1919ê de jî li Sêwazê kongreyek lidarxist. Gelek nûnerên kurd hatin vê kongreyê jî. Hêjayî gotinê ye ku hemû bajarên kurd tevlî van kongreyan nebûn. Mustafa Kemal tehdîda ermeniyan li ser kurdan baş bikaranî. Eşîrên kurd ji ber tirsa avabûna dewleta ermenî, piştgiriya Mustafa Kemal kirin. Ev eşîrên kurd ne tenê di meseleya ermenan de hatin bikaranîn, her wiha li dijî navenda siyaseta kurd ya Stembolê jî dijbertî dikir. Ji konferasnên ewropayiyan re name dişandin ku naxwazin dewleteke serbixwe ya kurd were ava kirin [5]. Mustafa Kemal Atatürk hêj neçûye Sêwazê, nameyekê ji van serok eşîran dişîne; Hecî Mûsa Begê Motkîyî, Şêx Ebdulbakî Efendiyê Kufrevîzade yê Bedlîsê, Ebdurehmanê Şirnexê, Umerê Derşevî, Resul Axa, Sadulah Efendî, Şêx Mehmûdê Mûşaşê, Şêx Ziyaedînê Norşînî, Cemîlê Çetoyê Garzanî. Di van nameyan de Mustafa Kemal demagojiya îslamî dike û bi tehdîda avabûna dewleteke ermenî, dixwaze kurdan qanî bike[6]. Her wisa piştgiriya girtina rêxistinên kurd dike û bang dike ku herkes tevlî Kuvayî Milliyeyê bin. Di van wextan de li dijî Mustafa Kemal jî xebat hene; Waliyê Elazîzê Alî Galip Beg, ji bedirxaniyan Mutaserrif Xelîl Beg bi piştgiriya Binbaşi Edward Noel dixwazin êrîş bibin ser Kongreya Sêwazê. Lê biserneketin.[7].

Mustafa Kemal Atatürk 3yê kanûna pêşîn a 1920ê li gel Bolşevîkan Peymana Gumruyê destnîşan kir. Bi vê peymanê Qers, Erdêxan û Artvin bûn milkê tirkan. Her wiha tehdîda ermenan bi vê peymanê ji holê rabû. Li gel Îtalyayê jî peymanek li sala 1921ê destnîşan kir ku di encamê de Îtalya ji Rojavayê Anatolyayê derket. Her wiha li gel Fransayê jî 20ê çiriya pêşîn a 1921êde Peymana Enqereyê destnîşan kir ku sinorê Suriye û yê Tirkiyeyê aşkera bû. Her wiha sinorek kişandin di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de. Ev peymana li gel Fransayê tê wê wateyê ku Fransa dê dest ji Peymana Sevrê vekêşe û hêviyên Kurdistana Serbixwe dê pûç bibin. 11 çiriya paşîn a 1922yê jî şerê li gel İngilîzan sekinî. İngilîz mecbûr man ku li gel Hikûmeta Enqereyê pêk bihên. Şerê Rizgariya Tirkiyeyê gihişt armanca xwe û sinorên Tirkiyeya modern kifş kirin. Êdî rê li ber van hêzan vebû ku biçin Lozanê.

Avabûna Tirkiyeyê(29 çiriya pêşîn 1923) biguhêre

  Gotara bingehîn: Tirkiye

Proseya parçebûna Kurdistanê biguhêre

Peymana Sykes Pycot-16 gulan 1916 biguhêre

  Gotara bingehîn: Peymana Sykes Pycot

Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem parçebûna Osmaniyan jî destpê kir û axa kurdan ket di bin dagirkeriya dewletên ewropiyan. Hêj şerê cîhanî yê yekem berdewam dikir, Brîtanyayê û Fransayê axa Osmanîyan bi hevpeymaneke veşartî ji xwe re parve kiribûn. Bi dûçûna vê hevpeymana veşartî ya bi navê Peymana Sykes Pycot; Rojhilata Navîn û Kurdistan di navbera van hêzên kolonyalîst bi erêkirina Cemiyeta Neteweyan hatiye parçe kirin. Bi dûçûna vê peymanê Libnan, Suriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo mandateriya Fransayê ma. Li dijî vê Brîtanyayê jî li ser Iraq, Başûrê Kurdistanê, Filistîn û Urdunê mandaterî qezenc kir.

Parçebûna Kurdistana Osmaniyan bi awayeke fermî bi vê peymanê destpê kir. Piştî vê peymana proseya parçekirina Kurdistanê dewam dike. Ji ber kêmbûn û lihevnehatinên rêvebirên kurd, li her parçeyê Kurdistanê tevgerek hebû. Hinek tevger ji bo serxwebûna Kurdistanê, hinek ji bo salahiyeta Osmaniyan, hinek ji bo Brîtaniyan, hinek ji bo Rûsan, hinek ji bo eşîra xwe tevdigerîn. Di encamê de qedera Kurdistanê bi destê biyaniyan hatiye nivîsandin. Di navbera Fransa, Brîtanya û Rûsan de bû sê parçe.

Têkoşîna van hersê dewletan bi dûçûna vê planê rêvediçû. Lê ev peymaneke veşartî bû, heta ku rûsan li sala 1917ê nedaxuyandî kesê nedizanî.

Di proseyeke wiha de kurd jî betal neman. Berpirsiyarê kurdan li Ewropa Şerîf Paşa, têkiliyên dîplomatîkî dikir. Bi rêyên dîplomatîkî nameyek ji Brîtaniyan şand ku miletê kurd dixwaze li gel Brîtanyayê hevkariyê bike. Şerîf Paşa digot ku ew dikare bi hezaran kurdan bike leşker û li gel Brîtanyan bixebitin. Dixwast Kurdistan dibin rêvebirina prensekê Hînd de bibe, çûnkî Hînd jî wekî kurdan gelekê Aryanin [8].

12ê kanûna paşîn a 1918ê Sir Mark Sykes di manîfestoya xwe de diyar kir divê Mîrektiya Kurdistanê were ava kirin û navenda wê jî parêzgeha Mûsilê be. Şerîfê Mekeyê jî ev fikr pejirand [9]. Lê ev tenê wek fikr ma.

Peymana Agirbesê ya Mondrosê(30 çiriya pêşîn 1918) biguhêre

Konferansa Aştiyê ya Parîsê(18-21 kanûna paşîn 1920) biguhêre

  Gotara bingehîn: Konferansa Aştiyê ya Parîsê

Di proseya van konferansan de gelek rûdan li Kurdistanê û hemî Rojhilata Navîn çêbûn. Ev konferans nêzî saleke berdewam kir û bi hinek peymanan bi dawî hat.

7ê gulana 1918ê İngilîzan Kerkûk dagir kir. Bi vê dagirkirinê jî Şêx Mehmûdê Berzencî li gel ingilîzan ket têkiliyan û van têkiliyan feydeya xwe da û li ser navê ingilîzan li heman salê bû waliyê Silêmanîyê [10].

Di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de hem Şerîf Paşa hem jî Seyîd Ebdulqadir têkiliyên dîplomatîk dikirin. Rêberên kurdan dijî parçekirina Kurdistanê bûn. Nedixwastin parçeyeke kurdan li Iraqê parçeyek li nav Osmaniyan bimîne. Serokê rêvebirina heyeta kurdan Seyîd Ebdulqadir jî wiha digot;

Şerîf Paşa digot Kurdistaneke xweser a di bin desthilata tirkan de gelek ji Kurdistaneke parçekirî çêtir e û ji serokê konferansê George Clemencau re nameyek şand[11].

Bi dûçûna Necat Ebdula di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de li Kurdistanê çar navendên jeopolîtîk hebûn [12]

  1. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Kemalîstan li Bakurê Kurdistanê
  2. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Bolşevîk
  3. Navenda jeopolîtîk ya artêşên Fransa û Brîtanyayê
  4. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Ermeniyan

Ji bilî van navendên hêzên dîplomatîk û artêşî di konferansê de Îranê jî hewl dida ku hinek parçeyên Kurdistanê û Qefqasya bixe bin kontrola xwe. Îranê diparast ku li Kurdistanê gelekê misliman, nijad û zimanê wan jî fars dije. Diparast ku ev memleket di navbera Osmaniyan û Farsan de hatiye parve kirin [13]. Lord Curzon jî di vê derbarê de wiha dibêje;

Di nav van hêzên xwedî artêş û dîplomasî, şansê kurdan gelek kêm bû. Heyeta kurdan a li konferansê tenê xwediyê qabiliyetên dîplomatîk bûn. çi hêzên leşkerî li pişta van dîplomatên kurd nebû. Lêbelê ev xebatên dîplomatên kurd, feydeya xwe di Konferansa San Remoyê de dide û hêviyên serxwebûna Kurdistanê şîn dibin.

Konferansa San Remoyê(18-26 nîsan 1920) biguhêre

  Gotara bingehîn: Konferansa San Remoyê

Konferansa San Remoyê, gelek li ser mijara kurdan sekinî. Her çend gelek biryarên têkildarî kurdan wergirtibin jî, gelek rexne li civaka kurd jî hatiye kirin. Lord Curzon digot ku şexsiyetek tine di nav kurdan de ku rêberiya kurdan bike, her wisa digot her kurd tenê berpirsiyaretiya eşîra xwe dike [14]

Di konferansê de têkildarî kurdan hindek biryar hatin wergirtin;

  1. Li rojhilatê çemê Feratê, li jêrî Ermenistanê û li bakurê Mezopotamyayê herêmeke otonom ji aliyê komîsyonekê ve were ava kirin. Ev herêm ji bo keldanî-asûriyan dê hinek temînatan bide
  2. Dewleta Osmanî dê xebatên vê komîsyonê qebûl bike
  3. Piştî destpêkirina peymanê de di salekê de eger Miletê Kurd bixwaze, dikare ser li Cemiyeta Neteweyan bide ji bo destxistina serxwebûnê. Tirkiye jî mecbûre ku mafê kurdan qebûl bike.
  4. Eger kurdên di parêzgeha Mûsilê de bixwazin dikarin tevlî Kurdistanê bibin, dewletên mitefiq li dijî vê yekê dernakevin [15].

Peymana Sevrê(20 tebax 1920) biguhêre

  Gotara bingehîn: Peymana Sevrê

Di 20ê tebaxa 1920ê de di navbera dewletên hevalbendan û Osmanî de Peymana Sevrê hatiye destnîşan kirin. Ev peyman fermana parçekirina Dewleta Osmaniyan bû. Bi dûçûna vê peymanê dewletên hevalbend şert û mercên gelek şedîd danîn ber Osmaniyan. Hem ji layê axê ve hem jî ji layê aboriyê ve şertên giran hebûn.

  • Şertên Axê:
  1. Axa Ereban: Divê hemû axa ereban ji Osmaniyan were standin. Hîcaz dibe dewleteke serbixwe; Sûrî, Filistin û Mezopotamya jî dikeve bin mandateriyê de
  2. Axa Osmaniyan ya li Ewropayê:Heta Çatalcayê hemû divê bide Yewnanan
  3. Îzmîr û giravên li derdora wê dê bide Yewnanan, 12 giravan jî bide Îtaliyan
  4. Ermenistan: Dewleta Osmaniyan, serxwebûna Ermenistanê dipejirîne û hakemtiya Wilson qebûl dike
  5. Kurdistan:Dewleta Osmaniyan otonoma Kurdistanê ya li rojhilatê Feratê dipejirîne.
  • Şertên desthilatê
  1. Kêmkirina leşkerên artêşa Osmaniyan
  2. Aboriya Osmaniyan dê di bin kontrola komîsyona hevabendan de be
  3. Kapîtolasyon dê berdewam bikin
  4. Dewleta Osmaniyan hemû mafên minorîteyan dê biparêze

Peymana Sevrê di dîroka Kurdistanê de xwedî nirxeke gelek bilind. Her çend ev biryar bêpratîk bin jî, ji bo globalîzasyona mafên Kurdistanê pêngaveke mezin e. Heta Peymana Sevrê jî kurdan dîplomasiyeke mezin birêvebir. Lê wek berê me gotî, nebûna hêzên leşkerî yên girêdayî hev, ev hewla dîplomatên kurd dixist xeterê. Jixwe kêmasiya vê di peymanên din de dê were dîtin.

Her çend li konferansan de biryarên wiha bên girtin jî, li Anatolyayê jî berxwedana hêzên Kemalîst mezin dibû. Di hidûdê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê şerê Tirkiyeyê li dijî Fransayê sekinî. Fransa li dijî Sevrê poşmaniya xwe qebul kir û li gel Tirkiyeya kemalîst pêkhat. Jixwe piştî Fransayê dewletên din jî hêdî hêdî destnîşanên xwe vekêşan. Necat Ebdula li ser helwesta Fransayê wiha dibêje;

Konferansa Lozanê(11 çiriya paşîn 1922-24 tîrmeh 1923 biguhêre

Berî konferansê li ser Mûsilê şerekê dijwar hebû di navbera ingilîzan û tirkan de. Xwediyên herêmê miletê kurd ji ber parçebûna eşîrî, carna li gel tirkan, carna jî li gel ingilîzan tevdigerîn. Bi destpêka konferansê şer sekinîn û hewlên dîplomatîkî destpê kirin

Peymana Lozanê(23 tîrmeh 1923) biguhêre

  Gotara bingehîn: Peymana Lozanê

Konferansên li Lozanê 8 mehan berdewam kir. Piştî têkçûna hêzên ewropayî dijî tirkan, Peymana Sevrê pûç bû. Berevajî peymana Sevrê, peyva kurd jî di Lozanê de derbas nabe. Tirk bi xwebaweriyeke mezin rûniştin li ser maseyên Lozanê. Di encamê de 24ê tîrmeha 1923yê de di navbera van dewletan û Tirkiyeyê de Peymana Lozanê hatiye destnîşan kirin. Bi dûçûna madeya 3yê ya vê peymanê, di 9 mehan de diviyabû sinorê Tirkiye û Iraqê were kifş kirin. Eger di 9 mehan de ev pirsgirêk neyê çareser kirin, Cemiyeta Neteweyan dê vê pirsgirêkê çareser bike. Di navbera tirkan û dewletên din de sê mijar mabûn ku nehatin çareser kirin.

Ji bilî van her sê mijaran êdî Kurdistan bi awayekî fermî bû çar parçe;

  1. Bakurê Kurdistanê di bin kontrola Tirkiyeyê de
  2. Başûrê Kurdistanê di bin mandateriya İngilîzan de
  3. Rojavayê Kurdistanê di bin mandateriya Fransayiyan de
  4. Rojhilatê Kurdistanê di bin kontrola Îranê de

Konferansa Xalîcê biguhêre

19 gulana 1924ê li Stembolê Tirkiye û Brîtanya rûniştin ku pirsgirêka Mûsilê çareser bikin. Lê pirsgirêk çareser nabe û rê ji bo çareseriya Cemiyeta Neteweyan vedibe.

Li Cemiyeta Neteweyan biguhêre

6ê tebaxa 1924ê hikûmeta Brîtanyayê ji bo çareserkirina Mûsilê miraceeta Cemiyeta Neteweyan dike. Cemiyeta Neteweyan bi navê Xeta Brûkselê hidûdên van herdu dewletan kifş dike.

Peymana Enqereyê(1926) biguhêre

Li sala 1926ê de Iraq, Tirkiye û Brîtanya peymanekê destnîşan dikin. Bi dûçûna wê peymanê hidûdê Tirkiye û Iraqê aşkera dibe.

Bi vê peymanê parçebûna Kurdistanê temam bû. Êdî li her parçeyê Kurdistanê siyaseteke cûda tê meşandin. Lê bersiva hemû kurdan eynî ye; Serhildan

Kongreya yekem ya Azadiyê(adar 1924) biguhêre

  Gotara bingehîn: Azadî (rêxistin)

Sirgûnkirina kurdan biguhêre

  Gotara bingehîn: Sirgûnkirina kurdan

Serhildana Elkê(3 îlon 1924) biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Elkê

Serhildana Elkê ji ber xeletiyên teknîkî berî serhildana Şêx Seîd destpê kir. Lê diviyabû bi serhildana Şêx Seîd hevdem destpê bike

Serhildana Şêx Seîdê Pîranî(13 reşemeh 1925) biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Şêx Seîdê Pîranî

Qanûna Taqrîrî Sûkun (4 adar 1925) biguhêre

Serhildana Şemzînanê (25 xizîran 1925-xizîran 1926) biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Şemzînanê

Piştî têkcûna Serhildana Şêx Seîd Efendî, Seyîd Ebdulqadir hatiye bidarve kirin. Kurê wî Seyîd Ebdula li herêma Hekariyê û Şemzînanê bi alîkariya Ihsan Nûri Paşa û Seyîd Tahayê Geylanî dest bi xebatên serhildanê kir. 25 xizîrana 1925ê 6 efserên artêşa Tirkiyeyê ji aliyê çekdarên Seyîd Ebdula ve hatin kuştin. Bi rêberiya Seyîd Ebdula û 600 çekdarên eşîra gerdiyan êrîş bir ser Şemzînanê. Artêşa Tirkiyeyê bi alikariya Casim Beg û serokeşîrê dostkiyan Tahir Beg, êrîş bir ser serhildêran. Di encamê de di xizîrana 1926ê de serhildan hatiye vemirandin.

Serhildana Raman û Reşkotan(7 îlon 1925) biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Raman û Reşkotan

Rapora Islahatê ya Rojhilatê Tirkiyeyê (24 îlon 1925) biguhêre

Şablon:Rapora Islahatê ya Rojhilatê Tirkiyeyê

Serhildana Hekariyê (6 çiriya pêşîn 1926-adar 1927) biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Hekariyê

Piştî têkçûna Serhildana Şêx Seîd, dewleta Tirkiyeyê xwest demografiya Kurdistanê biguherîne, ji ber wê dest bi polîtîkayên sirgûnkirina kurdan kir. Li herêma herêma dîrokî ya Hekariyê nerazîbûnên eşîran destpê kir. Li Başûrê Wanê eşîrên Nordûziyan, Şerefan, Mamxûran û Gewdan, li Elkê eşîrên Goyî û Jîrkiyan, li Hekariyê jî eşîrên Ertoşiyan dest bi çalakiyên çekdarî kirin. 6ê çiriya pêşîn a 1926ê êrîş birin ser baregehên artêşa Tirkan. Heta adara 1927ê dewam kir. Paşî tirkan bi hêzeke mezin ev serhildan vemirandin.

Serhildana Mala Eliyê Ûnis biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Mala Eliyê Ûnis

Avabûna Xoybûn biguhêre

  Gotara bingehîn: Xoybûn

Serhildanên Agiriyê(1926-1930) biguhêre

  Gotara bingehîn: Komara Agiriyê
  Gotara bingehîn: Serhildanên Agiriyê
  Gotara bingehîn: Serhildana Agiriyê ya yekem
  Gotara bingehîn: Serhildana Agiriyê ya duyem
  Gotara bingehîn: Serhildana Agiriyê ya sêyem

Serhildana Motkiyê(1927) biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Motkiyê

Qanûna Îskanê (1927) biguhêre

Qanûna avakirina Rêvebirina Giştî(1927) biguhêre

Bi tirkî Umumi müfettişlik.

Komkujiya Zîlanê(1930) biguhêre

  Gotara bingehîn: Komkujiya Zîlanê 1930

Serhildana Oremarê(1930) biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Oremarê

Serhildana Stewrê(26 gulan 1930) biguhêre

  Gotara bingehîn: Berxwedana Stewrê
  Gotara bingehîn: Serhildana Stewrê

Serhildana Seyîdan û Berazan(tîrmeh 1930) biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Seyîdan û Berazan

Qanûna Îskanê (21 xizîran 1934) biguhêre

Serhildana Bûbanan(1934-1935) biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Bûbanan

Rapora Rojhilatê ya Abidin Özmen (1935) biguhêre

  Gotara bingehîn: Rapora Rojhilatê ya Abidin Özmen

Rapora Rojhilatê ya Celal Bayar (1936) biguhêre

  Gotara bingehîn: Rapora Rojhilatê ya Celal Bayar

Serhildana Dêrsimê(1937-1938) biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Dêrsimê

Komkujiya Dêrsimê 1938 biguhêre

  Gotara bingehîn: Komkûjiya Dêrsimê

Bêdengiya siyasî (1938-1959) biguhêre

Piştî Serhildana Dêrsimê bêdengiyeke mezin dikeve ser Kurdistanê. Rêxistinên kurda tine ne. Navên kurd, kurdî û kurdistan ji aliyê dewleta tirk ve hatine qedexe kirin. Lê di vî bêdengiya kûr de, bi veşartî hinek xebat jî dihatin kirin.

Li sala 1942yê Mistefa Remzî Bucax, Faîq Bucax û Ziya Şerefhanoğlu ji bo ku xwendevanên kurd li hev bicivin, Civîngeha Xwendevanan ya Feratê ava kirin. Di heman salê de van hersêyan kovara Hêvî 1942 (kovar)ê didamezrînin. Bi navê Cemiyeta Rizgariya Kurdan jî rêxistinekê ava dikin [16]

Li sala 1958ê Musa Anter rojnameya İleri Yurt ava dike. Di vê rojnameyê de bi navê Qimil helbesteke kurmancî dinivîse. Musa Anter binçav dibe, piştî demek din serbest berdidin. Lê bi Doza 49an dîsa tê girtin. Qimil her çend helbestek be jî, dibe nîşaneyeke kurdan ya hişyarbûnê.

Li ser hişyarbûna gelê bakur Dr. Şivan wiha dibêje;

Komkujiya Qerqeliyê 1943 biguhêre

  Gotara bingehîn: Komkujiya Qerqeliyê 1943
  Gotara bingehîn: Bûyera Sî û Sê Guleyan

Mustafa Muğlalı bi hêceta qaçaxçîtiyê 33 kurdan bêyî dozvekirin înfaz dike. Li ser vê ev bûyer belav dibe û Mustafa Muğlalı tê girtin û zindanê de li sala 1951ê dimire.

Li sala 1997ê Sererkana Tirkiyeyê peykerê Mustafa Muğlalı li hewşa sererkaniyê diçikilîne û honure dike. Her wisa li 2004ê jî navê Mustafa Muğlalı didin qereqoleke tirk li herêma Qerqeliya Wanê [18]

Doza 49an (17 kanûna pêşîn 1959-1984) biguhêre

  Gotara bingehîn: Doza 49an

Bûyera 49an piştî şerê cîhanî yê yekem hişyarbûna kurdên bakur ya yekem e ku piştî vê hişyarbûnê hereketên kurd derketin. Bi serkeftina Mela Mistefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê tesîreke mezin hem li Tirkiyeyê kir hem li Bakurê Kurdistanê kir.

Piştî derbeya leşkerî ya Ebdulkerîm Qasim li Iraqê, bi banga Ebdulkerîm Qasim, Mela Mistefa ji Sovyetan vegerî welat. Wî wextî li Mûsilê û Kerkûkê tevlîhevî çêbû ku Ebdulkerîm Qasim nedikarî çareser bike û alîkarî ji Barzanî xwast. Barzanî bi pêşmergeyên xwe ve beşdarî van şeran bû û di vemirandina van serhildanan de alîkariya Iraqê kir. Di encamê de gelek tirkmen jî hatin kuşin. Ev jî bû sedema nerazîbûnên Tirkiyeyê.

Bûyera 49an girtina 50 xwendevanên kurd e ku kurdên sosyalîst, dîndar, burjuva, demokrat.. hwd yanî her cure kurd di nav vê bûyerê de hebûn. Jixwe piştî vê bûyera û bi derbeya leşkerî li Tirkiyeyê hereketên kurd jinûve şînbûn. Piştî derbeya leşkerî gelek fraksiyonên kurd derketn holê. Em dikarin bibêjin ku tovê fikrî yê hemû hereketên Bakurê Kurdistanê girtina van 50 rewşenbîrên kurd bû. Her wisa piştî şerê cîhanî yê duyem sîstema polîtîk ya dinyayê guheri. Di navbera DYA û Sovyetan de şerê sar destpê kir. Jixwe vî şerî gelek tesîr li kurdan jî kir û para xwe ji vî şerî wergirt.

Hêjayî gotinê ye ku Mehmet Emin Batu xwendevanek bû di nav van 50 kesan de. Di zindanê de mirî û 49 kes man. Ji ber vê navê vê bûyerê bi 49 kesan tê zanîn.

Kudetaya 27 gulanê (27 gulan 1960) biguhêre

  Gotara bingehîn: Kudetaya 27ê gulanê

Piştî kudetaya 27 gulana 1960ê li Bakurê Kurdistanê lîv û tevgerên kurd şîn bûn. Li gelek cihan çalakiyên gerîlayî li dijî artêşa tirk hatin destpê kirin [19]. Li ser vê givaşa tirkan jî li ser kurdan zêde lêdihat

Vekirina dibistanên asîmîlasyonê(6 kanûna paşîn 1961) biguhêre

Di destpêkê de li Bakurê Kurdistanê 19 YİBO(dibistanên asîmîlasyonê) hatin vekirin. Paşî dîsa bi gelemperî li Kurdistanê jimara van dibistanan gihişt 50an [20]. Li van dibistanan de bi giştî kurdên hejar ji malbatên xwe dûr xwendina xwe dikir. Armanc ew bû ku van zarokan ji malbatê dûr bixin û bi çand, nêrîn û zimanekê nû perwerde bikin.

Guherandina navên kurdî biguhêre

Piştî kudetaya 27ê gulanê nav guherandineke mezin hatiye destpê kirin ku navê çiya, newal, gund hwd hemû hatin tirkîkirin.

Kampa Sêwazê (1 xizîran 1960) biguhêre

  Gotara bingehîn: Kampa Sêwazê
  Gotara bingehîn: Sirgûnkirina kurdan

1 xizîrana 1960 ji aliyê efserên kudetayê 485 kurd birin Kampa Sêwazê. Vegera Barzanî bo Iraqê tirsek mezin xistibû nav dilê dewleta tirkan de. Ji çepê jî ji rastê jî kurd ji ber sedemên kurdbûnê dihatin binçav kirin û girtin.

Binçavkirina 23 rewşenbîrên kurd(1963) biguhêre

  Gotara bingehîn: Doza 23yan

Musa Anter, Yaşar Kaya, Medet Serhat û Ergün Koyuncu bihevra kovara Deng derdixin. Du hejmar tê weşandin, di amadebûna weşana hejmara sêyê de nivîskar tên girtin. Doğan Kılıç Şihhesenanlı jî kovareke bi zazakî Roja Newe derdixe. Ew û grûba wî jî hem ji ber vê hem ji ber têkiliyên wî li gel Nûrî Dêrsimî tên girtin. Edip Karahan bi navê Dicle-Fırat kovarekê derdixe. Bi giştî 23 rewşenbîrên kurd tên girtin. Li nav van 8 xwendekarên başûrî û yek jî yê rojhilatî heye bi tohmeta avakirina Kurdistanê li gel kurdên Tirkiyeyê hatibûn girtin.

Avabûna PDK-Bakur (1965) biguhêre

PDK-Bakur li sala 1965ê ji aliyê Faîq Bucax, Ömer Turhan, Sait Elçi û Fehmî Begê Lîceyê tê damezrandin. Faîq Bucax li sala 5 tîrmeha 1966ê tê kuştin. Sait Elçi şûna wî dibe sekreterê giştî yê PDK-Bakur. Sait Elçi li sala 1968ê ji aliyê dewleta tirkan bi hêceta kurdayetîyê tê girtin. Reşemeha sala 1969ê tehliye dibe û berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Lê li vir ji ber nakokiyan ji aliyê Dr. Şivan(Sait Kırmızıtoprak) tê kuştin [21]

Dr. Şivan jî li sala 1970ê bi navê Partiya Demokrat a Kurdistan li Tirkiyeyê ava dike.

Kuştina herdu Seîdan biguhêre

Sait Elçi piştî kuştina Faîq Bucax bibû serokê PDK-Bakur. Ji ber zêdebûna bayên çepê li Tirkiyeyê nakokî di navbera herdu Seîdan de peyda bibû. Dr. Şivan Partiya Demokrat a Kurdistan li Tirkiyeyê ava kiribû û siyaseteke çepgiranetir dikir. Dr. Şivan ji ber givaşên tirkan li gel hevalên xwe Soro, Brûsk, Çeko û Reşo Zîlan li sala 1969ê çûbûn Başûrê Kurdistanê û li wir ji aliyê PDKve kampek jê re hatibû ava kirin û li wir hem bijîşkî dikir hem jî xebatên siyasî dikir.

1ê xizîrana 1971ê Sait Elçi ji zindana tirkan derdikeve û berê dide Başûrê Kurdistanê. Li Zaxoyê pêşwaziya wî Dr. Şivan dike. Lê paşî deng ji Sait Elçi dernakeve ku wenda bûye. PDK Iraq dest bi lêkolînê dike ku Sait Elçi ji aliyê Dr. Şivan û hevalên wî ve tê kuştin. Hêjayî gotinê ye ku Dr. Şivan kuştina Seîd Elçî qebûl dike [22]. Li ser vê Dr. Şivan û hevalên wî Çeko, Birûsk ji aliyê PDK Iraq ve bi encameke mehkemeyekê tên înfaz kirin [23]. Hêjayî dubarekirinê ye ku gelek teref li ser vê mijarê naaxivin. Bi taybetî jî destê tirkan di nav van kuştinan de heye, hêj nehatiye zanîn. Di encamê de PDKên bakur bêser dimînin. Şikestineke mezin di nav tevgera bakur de peyda dibe.

Li ser vê mijarê gotinên Şakir Epözdemir gelek girîng in [22]

Hindek bûyerên din biguhêre

  • Li gulana 1966ê xwendevanên Bedlisî kovareke bi navê Hawar derxistin
  • 4 tîrmeha 1966yê Faîq Bucax hatiye kuştin
  • Hikûmeta Tirkiyeyê anîna plak, kaset û pirtûkan ji derveyî welat qedexe kir
  • Parêzgarê Mêrdînê daxuyand ku 200 komandoyên tirk li rojhilatê Tirkiyeyê dest bi nêçîra eşqiyayan kir [24]
  • Li sala 1978ê Artêşa Tirkiyeyê li Geverê tetbîqetek bi navê Kanatlı Jandarma 78, li herêma Cizîr û nisêbînê jî tetbîqeta bi navê Gürman 78 lidar xist. Wî wextî kurdan bertekên tund nîşanî van tetbîqetan da [25]

Mîtîngên Rojhilatê (1967) biguhêre

  Gotara bingehîn: Mîtîngên Rojhilatê

16ê îlona 1967ê Mîtîngên Rojhilatê ya yekem li Amedê hatiye lidarxistin. 24ê îlonê li Farqînê, 1ê çiriya pêşîn li Siwêregê, 8ê çiriya pêşîn li Batmanê, 15ê çiriya pêşîn li Dêrsimê û 22 çiriya pêşîn jî li Agiriyê hatiye lidarxistin

Doza Antalyayê (1968) biguhêre

27ê kanûna paşîn a 1968ê 11 rêvebirên PDK-T li Amedê hatin girtin

Avabûna Civîngehên Çandî yên Şoreşgerên Rojhilat(1969) biguhêre

Civîngehên Çandî yên Şoreşgerên Rojhilat di tebaxa sala 1969ê de di bin sîwana Partiya Komûnîst ya Tirkiyeyê de avabû. Di wexteke kin de jimara endaman gihişte 20 hezar kesan [26]

Kudetaya 11ê adarê li Tirkiyeyê (1970) biguhêre

  Gotara bingehîn: Kudetaya 11ê adarê

Kudetaya 1970yan gelek givaş û zext anî ser kurdan. Sala 1972yan de İsmail Beşikçi bi hinceta kurdparêziyê hatiye girtin. Her wisa gelek rewşenbîrên din yên kurd hatin girtin.

Efûkirina girtiyan (1974) biguhêre

Avabûna Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (1974) biguhêre

  Gotara bingehîn: Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

Bi rêberiya Kemal Burkay hatiye damezrandin. Bi navê Özgürlük Yolu(Rêya Azadiyê) kovarek derxistin. Ji ber vê bi vî navî jî dihatin nas kirin.

Avabûna Komeleya Çandê ya Şoreşgerên Demokrat (1974) biguhêre

Her wisa wek “Kürdistan İşçi Partisi” jî dihate nasîn. Bi tirkî “Doğu Devrimci Kürt Demokratları” dihate binav kirin. Wek Şivangir jî dihatin nas kirin.

Avabûna Tevgera Kawa (1974) biguhêre

  Gotara bingehîn: Tevgera Kawa

Avabûna Ala Rizgarî (1974) biguhêre

  Gotara bingehîn: Ala Rizgarî

Parçebûna PDKê û avabûna KUKê (1974) biguhêre

Bi tirkî wek “Kürdistan Ulusal Kurtuluşçuları” dihatin nas kirin.

Avabûna tevgera Apociyan (1974) biguhêre

Hewlên din di nav partiyên tirkan de biguhêre

Hewlên di nav TİPê de biguhêre

Li sala 1966ê ji layê parêzer Mehmet Ali Aslan kovara Yeni Akış hatiye weşandin. 4 jimar derketin, paşî hat girtin. Kemal Burkay jî nivîskarekê vê kovarê bû. Bi dûçûna Kemal Burkay “pirsgirêka kurd”, “Gelê Kurd” yekem car di vê kovarê de hatin bikaranîn[27]

Hêjayî gotinê ye ku Mehmet Alî Aslan yek ji endamên Partiya Karkerên Tirkiyeyê bû. Kemal Burkay serokê teşkîlata TIPê bû li Dêrsimê.

Gelek rêveberên PKTê ji van hewlên kurdî nerazîbûn, serkêşa van kesan jî Behice Boran[28]

Hewlên di nav YTPê de biguhêre

Avabûna PKKê (1978) biguhêre

  Gotara bingehîn: Partiya Karkerên Kurdistanê
  Gotara bingehîn: Şerê PKK û Tirkiyê

Brakujî (1978-1980) biguhêre

  Gotara bingehîn: Şerê birakujî
  Gotara bingehîn: Şerê PKKê û KUKê

Kudetaya 12 îlonê li Tirkiyeyê (1980) biguhêre

  Gotara bingehîn: Kudetaya 12ê îlonê

Peymana Iraq û Tirkiyeyê (1983) biguhêre

Li destpêka sala 1983yê Tirkiyeyê bi Iraqê Peymana Hevkarî û Ewlehiya Hidûd destnîşan kir. Piştî vê peymanê Tirkiyeyê li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonan kir.

Pêngava 15ê tebaxê biguhêre

  Gotara bingehîn: 15ê tebaxa 1984an

PKKê bi êrîşên Şemzînan û Erûhê dest bi çalakiyên xwe yên leşkerî kir.

Valakirina gundan biguhêre

Komkujiya Gurgumê biguhêre

  Gotara bingehîn: Komkujiya Gurgumê

Komkujiya Qilabanê 2011 biguhêre

  Gotara bingehîn: Komkujiya Qilabanê 2011

Komkujiya Pirsûsê biguhêre

  Gotara bingehîn: Komkujiya Pirsûsê 2015

Proseya aştiyê biguhêre

  Gotara bingehîn: Proseya Aştiyê

Mijarên têkildar biguhêre

Pirtûk biguhêre

  • Sivas Kampı (27 Mayıs'ın Öteki Yüzü), Nevzat Çiçek
  • Ama Eşkiyalık Çağı Kapandı!(1950-1970), Ahmet Özcan, Weşanên İletişimê
  • Kürtler, Hasan Cemal

Sinorên Bakurê Kurdistanê biguhêre

Kronolojiya dîroka Bakurê Kurdistanê, 1908-1923 biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:84
  2. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:371
  3. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:373
  4. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:135
  5. ^ a b İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:442
  6. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Oke, WeşAna Îrfan, 2012, r:139
  7. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Oke, WeşAna Îrfan, 2012, r:141
  8. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:336
  9. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:350
  10. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:339
  11. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:351
  12. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:353
  13. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:376
  14. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:361
  15. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:362
  16. ^ Yirmiüç Kürt Aydını, Yaşar Kaya, Weşanên Avestayê, r:73
  17. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:194
  18. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:180
  19. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:289
  20. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:193
  21. ^ Yirmiüç Kürt Aydını, Yaşar Kaya, Weşanên Avestayê, r:98
  22. ^ a b http://www.pdk-xoybun.com/modules/Content/print.php?pid=175[girêdan daimî miriye]
  23. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:123
  24. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:197
  25. ^ https://www.yuksekovahaber.com.tr/haber/kanatli-j-78-tatbikati-26343.htm[girêdan daimî miriye]
  26. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:335
  27. ^ http://www.anlayis.net/makaleGoster.aspx?dergiid=81&makaleid=2556
  28. ^ https://marksist.org/mobile/new.php?id=5890