Dîplomasiya kurdan hemû têkiliyên dîplomatîk yên dîrokî û nûjen yên kurdan dihundirîne. Her çend ku em bibêjin di dîroka moderna kurdan de dewletên kurdan kêm û demkî bin jî, serok û rêvebirên kurd têkiliyên xurt yên dîplomasîyê meşandî ne.

Nêrina dîrokî biguhêre

Bingeha dîroka dîplomasiya kurdî digehe mîrektiyên kurd di serdemên desthilatên Osmanîyan û Sefewîyan de. Gelek mîrektyên kurd ji bo têkiliyan li gel van dewletan ava bikin, gelek caran qasid û berevan jê re şandî ne. Gelek caran mîr bixwe ji bo têkiliyan çûne qesrên şah û padîşahan.

Bi nêrîna modernîst mirov dikare bibêje ku dîplomasiya kurdan ya modern ji aliyê Şêx Ubeydelayê Nehrî hatiye destpê kirin. Şêx Ubeydela ji bo ku bigehe armanca xwe bi balyozên dewletên biyanî re têkilî didanî. Gelek hevdîtinên wî li gel balyoz û konsolosên rûs û brîtanî çêbûn.

Li sala 1898ê de Mîqdad Mîdhed Bedirxan rojnameya Kurdistan (rojname) weşand. Di vê rojnameyê de gelek têkilî li gel dewlet û siyasetmedarên biyanî hatin danîn.

Dîplomasiya Mela Mehmûdê Bayezîdî (1848-1853) biguhêre

Salên Mele Mehmûdê Bazîdî jiyayê(1797-1863) Osmanî hez dikin dawiya mîrektîya Kurdan bînin. Otonomîya kurdan hilweşînin û bi merkezê ve girê bidin. Dîyare ku Bazidî bûye şahidê vê pevajoyê. Bayezidî xwedî qedirekî bilind bûye, bona wê yekê ye, ku navê wî li gelek mizgeft û medreseyên bajarên cuda kirine. Hurmeta wî di nav karmendên dewletê yên Osmaniyê de jî hebû. Desthilatdarên sultaniyê çend caran ew wek qasidê xwe şandine bal serekên serhildanên Kurdan yên li wîlayetên Botanê û Hekariyê bona ku bi wan re bikeve nava peywendiyan.[1]

Alexandre Jaba navbeynkarîya Bazîdî wisa vegotîye;
Mela Mehmûdê Bazîdî ne bes di nav rewşenbîra de navdar bûye, belkî di dewleta Osmanî de jî bihayê xwe hebûye, çend cara bi biryara sultanî bûye navgîn(navbeynkar) bi serokê serhildanê Kurdan li aliyê Botan û Hekarê. Di sala 1848ê Hafiz paşayî hevpeyvinek li ser mesela şerê digel Bedirxan begê çêkir. Bedirxan li Cizîrê bi serhildanê rabibû, piştî salekê bi biryara Kamil paşayî, ku serokê wê demê yê Erzeromê bû...ew hatibû verêkirin bo nik Nûrellah begê, ku serokê Kurdê Hekarê bû, di demê xwe de serhildanek dijî dewleta Osmanî çêkiribû. Dîsa di wi demî da hevpeyvîna Mela Mehmûd digel Nûrellah begê armanc ew bû serhildan bihête rakirin. Birayê Bedirxan beg, Xan Mehmûd demê hatiye Erzeromê biryar derêxistibû, ku Mela Mehmûdî qebûl bike. Xan Mehmûd mirovekî mezin bû, ne tenê Kurda ew nas dikir belkî dewletê jî baş nas dikir. Wextê xan Mehmûd hatiye erzeromê li her alî qedrê wî hat girtin. Wesa xuya bû, ku di bin ve ra têkeliyê Mela Mehmûd bi serokê Kurdan ra hebûn, rast e wi biryara Osmaniyan dikir lê ne dijî Kurda.

Di rojnameya Kurdistanê da xalek hatiye li ser serhildana Bedirxan begê, te da hatiye nivîsîn: Sultan ('Ebdul) Mecîdî, Mela Mehmûd şandibû Cizîrê cem Bedirxan begê, ji bo ku hevpeyvîn li ser rakirina serhildana Bedirxan begê bêt cêkirin û Bedirxanî bînin Stembolê.. Bedirxanî berî hingê Mela Mehmûd baş nas dikir, demê mela efendî hatiye Cizîrê, di wê demê de Osman paşa serleşkerê osmaniya bû, deme mela efendî tê Cizîrê, ew dibêje Osman paşayî: Ez dê çime nik Bedirxan begê, xundkarî ez şandîme ku hevpeyvînê bo rawestandina serhildanê digel Bedirxan bikem û Mela Mehmûd dibêjê: Tu neçe ser Cizîrê heta ez bersivekê li nik Bedirxan begê neînim. Di wê demê da Mela Mehmûd fermana Sedrul a`zem (Sadri Azem) nîşa Osman paşayî da. Ev ferman e di nav pêrtûka sultanî da jî hatiye nivîsîn. Osman paşa viyaye(xwestîye), ku şerê Bedirxan begê bike û di şerî da serkeve. Di destpêkê da Osman paşa nedihêla Mela Mehmûd biçe nik Bedrixan begê û şerî bidete rawestandin, lê paşê razî bû. Berî bersiva Bedirxanî wegere, Osman paşa êrîşê dike ser Cizîrê, dibîne ku miletî bi awayekê bi senî û menî û rêk û pêk xwe karkiriye û li jivana(amedeyî) şerî ne. Hingî Hafiz paşa pê hesiya ku ew sira di navbera wan da, Mela Mehmûdî daye Bedirxan begê. Mela efendî bersiva Bedirxan bo Osman paşayî tîne û nerazîbûna xwe diyar dike, ku bo çî ewî êrîş kire Cizîrê. Piştî wê çendê Osman paşayî Mela Mehmûd girt û qeyd û zincîr kir û verekire Stembolê û bi aliyekê dî ve nameyekê bo xundkarî verêdike û dibêje: Ku ev mirove harîkarê Bedirxan begê ye û xayinê dewletê ye. Paşê xundkar mela efendî verêdike Wanê. Dîsa demê Mela Mehmûd li Wanê, piştî demekê birayê Bedirxan begê serhildanek li Xewacê rakir, ku deh se`eta ji Wanê dûr e, di vî demî da dewleta Osmaniyan disan Mela efendî di vê serhildanê da gunehbar dike û Mela efendî digrin, tavêjin zindanê û piştî pazde roja berdidin û ditirsînin, dibêjinê eger careka dî tiştekî wisa bikî dê jîna te bikeve di xeterê de.[2]

Dîplomasiya Şerîf Paşa biguhêre

Mihemed Şerîf Paşayê Babanî di proseya dawîkirina şerê cîhanî yê yekem, wek berpirsiyarê neteweyê kurd li Ewropa tevdigere û heq û hiqûqa kurdan diparêze. Şerîf Paşa di vê proseyê de du memorandûman(22 adar 1919 û 1 adar 1920) û yek nexşeya Kurdistanê li gel nûnerên ewropayî parve dike. Her wisa 20 kanûna pêşîn a 1919ê de li gel delegasyona ermenan Daşnakan re daxuyandina hevpar dide [3]

Dîplomasiya Şêx Mehmûd biguhêre

Li sala 1918ê Şêx Mehmûdê Berzencî Keyaniya Kurdistanê ava kir. Piştî avakirinê keyaniyê komîserê pîlebilind yê brîtanî Arnold Wilson seredanî Şêx Mehmûd dike. Şêx Mehmûd hevpeymaneke hatiye destnîşankirî ji aliyê 50 serokeşîrên kurd, pêşkêşî Arnold Wilson dike ku otonomiya kurdan qebûl bike. Lê brîtanî ew daxwazên kurdan qebûl nekirin û kurdan jî li 19 gulana 1919ê dest bi serhildanê dijî brîtanî kirin [4].

Şêx Mehmûdê Berzencî 20ê kanûna paşîn a 1923yê ji Yekitiya Sovyetan re nameyek dişîna ku alîkariya kurdan bikin. 10ê xizîrana 1923 yê jî nameyek dişîne. Piştî bêbersiviy van nameyan 27ê tîrmeha 1923yê nameyeke din ji sovyetan şand [5].

25ê adara 1925ê Şêx Mehmûdê Berzencî nameyekê ji Cemiyeta Neteweyan dişîne ku serxwebûna Kurdistanê bipejirînin. Şêx Mehmûd Berzencî têkiliyên xwe li gel herkesê xurt dikir. Ji bo ku li gel tirkan têkiliya ava bike Tahir Efendî erkdar kiribû, ji bo têkiliyên li gel brîtanî Şêx Qadir û Mistefa Paşayê Yamûlkî erkdar kiribû [6].

Dîplomasiya Mela Mistefa Barzanî biguhêre

 
Mela Mistefa Barzanî li gel Cemal Ebdulnasir

Li sala 1943yê de Mela Mistefa Barzanî di encama Şoreşa 1943yan de li gel Hikûmeta İraqê dirûne. Di encamê de gelek daxwazê miletê kurd tên qebûl kirin. Ev destkeftî serkeftineke mezin e di dîroka Kurdistanê de, hem micadeleya Mela Mistefa Barzanî meşrû bû, hem jî hemahengiya Mela Mistefa û rêxistinên kurd di asteke pir baş de bû ku bi hevra alavên dîplomasiyê bikar bînin.

Mela Mistefa Barzanî wexta li Sovyetan gelek hewl dide ku Sovyet alîkariyê bidin kurdan. Bi çalakiyan Mela Mistefa Radyoya Êrîvanê weşana kurdî ji nîv seetê kir seetek nîv. Her wisa 2 navendên lêkolînê yên kurdî li bajarên Leningrad û Erîvanê hatin vekirin [7]

Li sala 1958ê li Iraqê derbeya leşkerî çêdibe û Mela Mistefa Barzanî ji welatê Romanya tê Misirê, li wir têkiliyeke baş bi Cemal Ebdulnesir didane.

Li sala 1967ê serokê Iraqê diçe Fransayê ji bo kirrîna balafirên şer li gel serokê Fransayê hevdîtinan dike. Mela Mistefa ji Charles de Gaulle nameyekê dişîne û her wisa PDK jî dîplomasiyê li Parisê dikir. Di encamê Fransayê balafir nefirotin Iraqê [8]. Hêjayî gotinê ye ku Îsmet Şerîf Wanlî di navbera salên 1962 û 1975an de berpirsê polîtîkayên PDK û Mistefa Barzanî bû li Ewropa [9]

Têkiliya erênî di navbera kurd û DYAyê de di wextê Mela Mistefa Barzanî tê danîn[10]

Dîplomasiya yekitiya kurdan biguhêre

Têkiliyên kurdan li gel miletên din biguhêre

Hinek rêxistinên dîplomasiyê li derveyî welat biguhêre

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Vasîlyêva, Y. (2010). Mele Mehmûdê Bazîdî. In M. M. Bazîdî, & J. Dost (Ed.), Adat û Rusûmetnameê Ekradiye (T. Xelîl, Trans., pp. 201-205). Istanbul: Nûbihar.
  2. ^ Kurdo, Q., & Mûsaeliyan, C. (2010). Birek Ji Pêşgotina Qanetê Kurdo û C.J Mûsaeliyan. In M. M. Bazîdî, & J. Dost (Ed.), Adet û Rusûmetnameê Ekradiye (pp. 246-251). Istanbul: Nûbihar.
  3. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:206
  4. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:159
  5. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:165
  6. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:164
  7. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:355
  8. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:332
  9. ^ Yirmiüç Kürt Aydını, Yaşar Kaya, Weşanên Avestayê, r:75
  10. ^ Barzan'dan Bağdat'a Kürtler, Ekrem Sunar, Weşanên Dozê, r: 15
  11. ^ a b Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:221
  12. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:279