Dînên kurdan kurd berî îslamê li ser dînê zerdeştîtiyê bûn, dînê zerdeştîtî ji aliyê Zerdeşt ve di navbera salên 660-583 BZ ve hatiye belavkirin. Pirtûka Zerdeşt Avesta ye. Tê gotin Avesta lê ser çermê 600 ga hatibû nîvisandîn lê wextâ ku Îskender hat wê erdê Mezopotamyayê stand. Ew pirtûka şewtandin[çavkanî hewce ye].

Îslamiyet di sedsala 7'an de derket wê demê kurd di navbera du dewletên mezin Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî dijiyan, artêşa îslamê di dema Omer de di sala 637'an de erdê Kurdistanê fetih kir û îslamiyetê li Kurdistanê belakir û pir kêmê kurdan ne têde pirraniya kurdan misilmantî pijirand.[1]

Li Kurdistanê çawa ku gelek gelên cûda bicihûwarin, gelek olên cuda jî hene. Ji xeynî misilmanan, êzîdî, zerdeştî, xiristîyanî, cihû

Îslam biguhêre

 
Qibleya misilmanan Kabe
  Gotara bingehîn: Îslam
  Gotara bingehîn: Belavbûna îslamê li Kurdistanê

Piraniya kurdan misilman in, kurdên ku bi hewramanî, kurmancî û soranî diaxifin bi piraniya xwe sunî ne û ji mezhebe şafiî ne. Li Başûrê Kurdistanê herêmen Kirmaşan, Luristan û Hamedan kurdên şia jî hene ku bi kelhûrî an jî feylî diaxivin. Ji xeynî sunî û şiiyan kurdên bêmezheb ên tenê Quranê çavkanî dibînin jî hene.

Qasî 4-5 milyon kurdên elewî li Bakurê Kurdistanê, li herêmen Dêrsim, Mereş, Meledî, Erzingan, Sêwasê hwd dijîn.

Yarsan biguhêre

Kurdên yarsan bi piraya xwe kirmaşanî, lekî û hewramî axifin û li herêmen wek Kirmaşan, Gûran, Lekistan, Behdînan û Germiyan dijîn.

Êzîdîtî biguhêre

  Gotara bingehîn: Êzîdîtî

kurdên êzîdî bi piranî li Başûrê Kurdistanê, li herêmên Şengal, Şêxan û Mûsilê dijîn. Li Bakurê Kurdistanê jî hejmareke biçûk ji kurdên êzîdî hene. Herweha hejmareke biçûk li Ermenistan, Gurcistanê û Rûsyayê dijîn.

Mesîhîtî (filehtî, xiristiyanî) biguhêre

 
Xaç û Încîla xiristiyanî

Dînê xiristiyanî ji aliyê Îsa pêxember ve hatiye. xiristiyantî di nav kurdan de pir kêm e. Belê gelek ermenî û sûryanî yên li ser dînê xiristiyanî li Kurdistanê dijîn.

Cihûtî biguhêre

 
Simgeya cihûtî
  Gotara bingehîn: Kurdên cihû

Kurdên cihû li Behdînan, Hamedan, Luristan, û Kirmaşanê dijîn[2]

Zerdeştî biguhêre

  Gotara bingehîn: Zerdeştî

Zerdeştî navê dînê ariyanê ku halê Pêxember Zerdeştê hatû belakirin. Îro kesên ku pê bawerî bînin kêm in[çavkanî hewce ye].

 
Firawer semboleke zerdeştan e.

Pirtûk biguhêre

  • Kürdistan Tasavvuf Tarihi, Muhammed Rauf Tavakkolî, Weşanên Hîvdayê

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 21 kanûna paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 nîsan 2016.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Günaydın, Eşref (Nisan 2003). Yahudi Kürtler: Babil'in Kayıp Çocukları. Karakutu Yayınları. ISBN 9758658379.