Dîko yan Dîk yek ji cureyên hilperkînên Kurdan e. Pirranî li herêmên Mezra, Meletî, Sêwas hwd tê lîstin.

Sê gavên govendî bere rastê tê çûyîn û bi pêşîbirîna lingê çepê ve li ser lingê çepê tê çokşikestin. Di dora duyemîn de ji vana zêdetir bi lingêrastê 3 carî heya çokê (jinûyê) tê lêdan. Di vê govendê de sergovend divê bêhtir çalak be. Di her dorê de govend bileztir dibe. Heger def-zirne hebe, tempo bileztir dibe. Sergovan diçe di ber def-zirneçî de wekî dîk çawa li dora mirîşkan xwe qure dike û wan ji xetereyan diparêze, dansa xwe dike û bi carekê vegerê li pêşa govendgeran dîsa dikeve serê govendê.