Dêv an jî dêw di mîtolojiya kurd û gelên din ên îranî de, di nava hêmanên sereke de cihdigire. Têgîn û binavkirinek bo cure afirîdeyek (bûnewer) e. Dêvên bikêr, baş jî hene, yên neyînî jî. Wekî perî û milyaketan, dêv jî ji mehlûqan in. Dêvên baş wekî firîşte (yezeta û periyan bi hestên erênî tên bîbîxistin, ên nebaş jî wekî cin û hûtên ziyandêr.

Ji Şahnameyê. Dêv Axvan Ristem daveêje deryayê.

Hêmaneke sereke di çîrokên kurdî de biguhêre

Gotina dêv îro jî di zimanê kurdî de tê bikaranîn. Di wateya îro de canberekî ku di wêjeya devkî ya kurdî de behsê tê kirin e. Gotin ji koka "dîva" ya zimanên hind û ewropayî tê û wateya wê xweda anjî ruhberên xwedayî. Lê di kurdî de îro tenê xwedî wateyeke neerênî ne. Di çîrok û berhemên wêjeya devkî de, wekî hin afirîdeyên xwedî xwexeysetên neerênî û dilxerab in, tên nasandin.

Lîsteya dêvan di mîtolojiya Zerdeştîtî de biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

  Wîkîferheng: dêw – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir