Dêrika Mukûrê, Farqîn
Ji bo ku ev gotar bi rûpelên din ên Wikipediyayê re were entegrekirin, divê zêdetir girêdan di vê gotarê de hebe. |
Dêrika Mukûrê, gundekî navçeya Farqîna Amedê ye.
Di sala 1964an de "Dibistana Hevotina Pêşiya Dêrika Mukûrê" vebû û ket xizmetê û meha çiriya paşîn a 2006an dibistana ku 8 sal hevotin dide ket xizmetê û navê dibistanê bû "Dibistana Hevotina Pêşiya Dêrika Mukûrêya Mehmûd Kepoğlu". Bi xêra dibistanê rêjeya xwendaya zêdebû û bû %80.
Çand biguhêre
Hemî gund girêdayê Eşîra Şêxdodan in. Gelê gund girêdayê kevneşop û bastaniya xwe ne. Ji ber ku gundekî him çiyayî him jî deştî ye nanê wan jî gorî wî têvel in. Nanê wan ê binavûdeng in nanên wek Kutlik û HûrûRovî ne. Ji xwe ev nanên ku em dibêjin di wê heremê de her kes çê dike. Lê ji ber ku tehm û çêjna her derî ne wek hebe me wusa nivîsand. Yanê ev nan ji ber ku em tev zanin ne nanê wî gundî tenê ne.
Erdnîgarî biguhêre
Gund, 25 kîlometr dûrî Farqînê û 108 kîlometr dûrî Amedê ye.
Rêba (siruşt) biguhêre
Suruşta gund bejayî (Karasal) ye. Payîza baran, zivistana berf, bihara baran û havînê germ û ziwayî heye. Mehên biharê (Bi taybetÎ meha gulanê) her der dibe hêşînahî. lê ku dibe havîn hêşînahîn tev ziwa û hişk dibin.
Gelhe biguhêre
Sal | Jimar |
---|---|
2007 | 2030 |
2000 | 1599 |
1997 | 1301 |
Aborî biguhêre
Aboriya gund li ser werze û ajaldariyê ye.
Keyatî (muxtarî) biguhêre
Sal | Kes |
---|---|
2004 | Elî Kaya |
1999 | Elî Kaya |
1994 | Elî Kaya |
1989 | Elî Kaya |
1984 | Elî Kaya |
1979 | Elî Kaya |
1975 | Elî Kaya |
1970 | Elî Kaya |
1965 | Elî Kaya |
Avahiya bingehî biguhêre
Li gund Dibistana Hevotina Pêşî heye. Şebeka ava vexwarinê heye. Şebeka leqem/kanalîzasyon heye. Rêya gund qîr e. Li gund kehre/elektrîk heye. Lê xeta telefona pêdandî tune.