Dêmêtêr

Di Mîtolojiya Yewnanî de xwedawenda çandiniyê

Dêmêtêr (bi yewnaniya kevn: Δημήτηρ, lat. Dēmḗtēr an Δαμάτηρ, Dāmā́tēr; bi latînî: Demeter) an Dêo (bi yewnaniya kevn: Δηώ, lat. Dēṓ) di mîtolojiya yewnanî de xwedawenda çandinî û zayînê bû. Keça Kronos û yên Rae yê bû. Di Yewnanistana kevnare da dihat bawerkirin ku mirovatî çandinî u jiyana cîwar bûyî ji Dêmêtêrê hîn bûye.[1] Yek ji hevjinên Zeûsê ê nemiran e. Persefonêyê ji wî çêkiriye.

Dêmêtêr
Δημήτηρ / Δαμάτηρ
Perestvandînê Yewnanistana kevnare, mîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstHades Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Zarok
  • Persefonê
  • Plûtos
  • Anfîteos I
  • Kallîgeniya
  • Arîon
  • Despîna
  • Fîlomêlos
  • Eubûleûs
  • Xrîsotemîs
  • Dmîa
  • Hekatê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Ceres Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Rolyefa Dêmêtêr û Persephoneyê

Homêros wê wek keybanûya por xweşik an jî Dêmêtêra xweş kezî bi nav kiriye. Tê texmînkirin ku kaniya hebandina wê Yewnanîstan e.

Di mîtolojiyê de têkariyên Xwedawendê ji mirovan ra biguhêre

Keça Dêmêtêrê Persefonê ji hêla Hadêsê hatibû revandin.Dêmêtêr ji bo dîtina keça xwe dinyayê hemû heta Eleusisê gera. Hêlios qedera wê gotibû lê ew bawer nekir dîsa jî gera. Dêmêtêr li Eleusisê cilên xwe guherand û xef bû mêvanê key Keleos û keybanû Metaneirayê. Malbat gelekî mevandariyê ji xwedawendê re kirin. Dêmêtêr ji bo spasiya wan xwest ku mîrzayê biçûk Demofonê bike nemir. Lê di nav rîtûelên nemiriyê de, kesên ku bibe nemir divê bihata şewitandin. Dêmêtêr çaxê mîrzayê dişewitan Xatûn hat û ji tirsa kêrek da, Dêmêtêr bê hemdê xwe nekarî rîtûelê biqedîne. Kurikê biçûk di destê Dêmêtêrê mir. Dêmêtêr hî ji vê yekê gelek xemgîn bû. Kekê Demofonê Triptolemosê re çandiniyê hîn kir û dexlan diyariyê mirovan kir. Mirovan jî li ser navê Dêmêtêrê perestgehek li Eleusisê ava kir.[2]

Hêsîodos jî ji behsa wê û Krîtîyeke bi nave Îason dike. Dêmêtêr dil dabû wî fanîyê. Ji Îasonê jî kurekî bi navê Plutosê çêkir.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Myths and Legends of Ancient Grecee and Rome - E. M. Berens (r:43)
  2. ^ https://www.worldhistory.org/persephone/