Dê û Dêmarî romana Egîdê Xudo ye û cara yekem di sala 1986’an de li welatê Ermenistanê tê çapkirin. Egîdê Xudo, bi ve nivîsê xwe, di hêla pêşketina çand û edebîyeta me da pir kar aniye û di wejeya kurdî û romannivisîya kurdî ya nujen de cihikî girîng digre. Bi vê romana wî, zimane kurdî kevzeke gelek mezin avetiye pêș de.

Dê û Dêmarî
Nivîskar Egîdê Xudo
Şêwe Roman
Dîrok 1986 (çapa yekem)
1995 (çapa nû)
Weşanxane Nûdem (çapa nû)
Rûpel 112
Pîvan 125x195

Naverok biguhêre

Egidê Xudo di ve romanê da keda du jinan, yeka kurd û yeka Ukranî, kû di dema șerê dinê yê duyemîn de hevdu nas dikin û zarokekî, dide nas kirin. Jîyana jinan ên ku li dibistanan dixwendin û di kolxozan da xebat dikirin bi nêrîneke dî tê vegotin. Pêșveçûna jîyana jinên Kurd di Ermenistana Komunîst û astengên di rê de bi mînakan tên vegotin. Di vê romanê de ji alîyeki din ve ji zorîya di dema șerê mezin de tê nas kirin. Bi hevgirtina gelên Soviyet kû bi çi awayî bi dest hevgirtine û dijmin ji welatê xwe avetine. Di wî șerî de Kurd, Rus û tev netevên welêt bûne yek û canê xwe li dijî elmanên nazî dane. Di goristanekî li cem hev hatine veșartin. Xudo bi wî awayî jîyana di navbera Kurd, Ermen û Rusan di wê demê bi zimanekî wejêyî dide nasandin.

Ev roman romaneke dayikan û evîna wana li ser zarokên wane. Du dayik.Yek diya zarokêye û yan din we zarokê bi tenê mezin dike.Icar kijan diya zarok ya rastî ye? Dê yan jî dêmarî? Ev pirs dikeve serê xwendevanên ve romanê de. Bi vî awayî gelekî nezîkî leystika șano ya Bertolt Brecht e. (çemberê qavkazî tebeșîrî) kû ew pirtuk li ser jiyana du dayikan û zarokekî wiha nivisandibû. Du dayikan jî mêrên xwe di șerê duyemîn de bi hevre winda kirine û di goristanekî de hatine binaxkirin. Dayika zarokê jibo heyf û welate xwe dikeve re de û dixwazê dijî dijmin șer bike. Rasthatina wan bextên wan bi hevre giredide. Dayika kurik lawkê xwe li cem keçeke Kurd, Karê, dihêle û diçe șer. Piștî nezîkî bist salan kurik dibistana xwe di kedîne û dixwaze bi zewice icar ji ber kû ew ne kurê Karê yê rastî ye nû fehm dike û nas dike ku dayika wi ya rastî ne Karê ye û yeke dîye. Ew ne Isko tenê ye. Nave wî Sașa ye û dayikek dî heye. Lê bi nêrîna kurik Xudo dide nas kirin kû ew dayika xwe Karê, dayika kû ew mezin kirîye nas dike, we hemêz dike û ew dibêje kû ew wê têne nas dike û dayika wî ew e. Piștî zorî û astengên mezin ew bi evîna xwe, keçeke kurd, re di zewice. Dayika wi ya Rus li wî digere û rojekî tê gund. Herdu dayik bi hevre li Iso ango Sașa xwedî derdikevin û lawik jî herdu dayikên xwe nas dike. Wate, ked û xwedîtîya zarokan ji bo dayîkan bi zimanêkî pir hunerî di romanê de te vegotin. Ji alîyê psikolojîk ve jî analîzên kesayetîyê bi taybetî yên du dayikan bi hevokên sade darije ser nivîsên kû merov karibe xwe texe dewsa wan de û tirs û kulên dilên wan baș fehm bike.

Zimanê romane zimanekî pir pakij û nivis di herikê. Di Dê û Dêmarî de, tiştek bala merov dikişîne. Zimanê romanê gelek safe û bi kurdîyeke pêșdeçûyî hatîye nivisandin.Egidê Xudo nahêlê yek xwe bispêre ferhengan. Bo xwendin û nasandina wêjêya Kurdên Ermenistanê û ên dema Sowyetan kare berhemeke neqandîye. Şayerîya sirușta çiya û deștên gunden Kurden li Ermenistana bi zimanekî dewlemend te xemilandin. Kemayîye ke mezin ji bo kurdan ew e kû Egide Xudo ji ve romana xwe pêv e tu romanên dîn nenivîsandine û jîyana xwe kedandîye.