Di Sîstema Navneteweyî ya Yekînan da, Kûlomb yekîna barê karebayî ye. Kurtenavê wê C ye. Ev nav jibo rêzgirtina fîzîkzanistvanê navdar Charles Augustin de Coulomb ye.

Pênase biguhêre

Yek kûlomb barekê karebayî ye ko bi sirêmeka yek amperî jibo heyama yek saniyeyê dihêt veguhastin, anko amper caran saniye.

Bi gotineka dî, di behsa guncana karebayê û voltîniyê da, yek kûlomb yek farada karebaya guncandî (bi înglîzî, capacitance) caran volta cidatiya potansiyelê ye: 1 Kûlomb beranberî 1 Farad. 1 volt.