Charlie Hebdo kovareke hefteyî ya satirîk a fransî ye,[1] ku karîkatur,[2] gotar, polemîk û henek tê de cih digirin. Belavok wekî dijî nîjadperestî,[3] rexnegir,[4] sekuler, û di nav kevneşopiya radîkalîzma çepgir de hate binavkirin[5][6] û gotarên rexnegir ên pêkenînê li ser rastgiriya tund (bi taybetî Front National, partiya Eniya Neteweyî ya neteweperest a Fransa)[7], dîn (katolîk, îslam û cihûtî), siyaset û çand.

Charlie Hebdo
Charlie hebdo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Satirical newspaper Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Charlie Hebdo
Welat
DewletFransa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanFransî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1970 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Cihê weşandinêFransa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêwePolitical satire û satirical newspaper Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Victor Prize
  • Grand prix de la ville d'Angoulême
  • welatiyê rûmetî yê Parîsê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nerîna siyasîSiyaseta çepgir Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper
  • Hara-Kiri Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kovar bûye armanca sê êrîşên terorîstî: di salên 2011, 2015, û 2020 de. Tê pêşbînîkirin ku ew hemû jî wek bersivdana çend karîkaturan bûn, yên ku bi awayekî nakok Muhemmed nîşan didin. Di êrîşa duyemîn de, 12 kes hatin kuştin, di nav wan de rêveberê weşanxaneyê Charb û çend karîkaturîstên din ên navdar.

Charlie Hebdo yekem car di sala 1970an de derket, piştî ku kovara mehane ya Hara-Kiri ji ber tinazê xwe bi mirina serokê berê yê Fransayê Charles de Gaulle hate qedexekirin.[8] Di sala 1981an de weşana wê rawestiya, lê kovar di sala 1992an de vejiya. Kovar her roja çarşemê, bi weşanên taybet bi awayekî bêplan têne weşandin.

Gérard Biard sernivîskarê niha yê Charlie Hebdo ye.[12] Edîtorên berê François Cavanna (19701981) û Philippe Val (19922009) bûn.

Êrîşa li ser kovara Charlie Hebdo di 7ê kanûna mezin a 2015an de biguhêre

  Gotara bingehîn: Êrîşa li ser Charlie Hebdo

Di 7ê kanûna mezin a 2015an de êrîşeke terorîstî li ser baregeha kovarê çêbû û di encamê de 12 kes tê de hatine kuştin, 10 ji wan rojnamevan û karîkaturîst bûn û 2 ji wan jî polîs bûn. Kovar ji ber karîkaturên Muhemmed bû armanca êrîşkarên îslamîst, yên ku di bin navê Îslamê de êrîşî baregeha kovarê kiribûn.[9]

Piraniya welatên cîhanê ev êrîşa terorîstî şermezar kir û diyar kir ku kiryarên wisa nikarin rêgiriyê li dijî azadiya ragehandinê li cîhanê dirust bikin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Charlie Hebdo: first cover since terror attack depicts prophet Muhammad". the Guardian (bi îngilîzî). 13 kanûna paşîn 2015. Roja gihiştinê 26 sibat 2023.
  2. ^ "Update: 2 vendors arrested for selling newspaper with Hebdo cartoon". Mid-day (bi îngilîzî). 5 sibat 2015. Roja gihiştinê 26 sibat 2023.
  3. ^ "Non, "Charlie Hebdo" n'est pas raciste !". Le Monde.fr (bi fransî). 20 çiriya paşîn 2013. Roja gihiştinê 26 sibat 2023.
  4. ^ Nuzzi, Olivia (14 kanûna paşîn 2015). "The Charlie Hebdo Conspiracy Too Crazy Even for Alex Jones". The Daily Beast (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 sibat 2023.
  5. ^ "Charlie Hebdo and its place in French journalism". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 2 çiriya paşîn 2011. Roja gihiştinê 26 sibat 2023.
  6. ^ "Charlie Hebdo: Gun attack on French magazine kills 12". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 7 kanûna paşîn 2015. Roja gihiştinê 26 sibat 2023.
  7. ^ "Charlie Hebdo: They're Not Racist Just Because You're Offended". HuffPost UK (bi îngilîzî). 13 kanûna paşîn 2015. Roja gihiştinê 26 sibat 2023.
  8. ^ "The Provocative History of French Weekly Newspaper 'Charlie Hebdo'". Time (bi îngilîzî). 7 kanûna paşîn 2015. Roja gihiştinê 26 sibat 2023.
  9. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 7 kanûna paşîn 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve biguhêre

Ji Waarmedia.com Girêdana arşîvê 2016-03-05 li ser Wayback Machine