Chang'an (çînî: 长安; pinyin: Cháng'ān), di Çînî de bajarekî dîrokî ye ku ji zêdetirî deh xanedana ra paytextî kirîye. Navê bajar dî zîmanê Çînî da tê wateya "aştiya bêdawî". Navê bajar yê îro Xi'an e. Di dema Xanedana Ming de, navê bajar hate guhertin û navê Xi'an hate lê kirin, ku tê wateya "aştîya li rojava". Ev navnîşanê hêj jî tê bikar anîn.

Chang'an
长安
Birca Ku, ku dema Xanedana Tang da hatîye çêkirin.
Chang'an li ser nexşeya Çîn nîşan dide
Chang'an
Chang'an
Chang'an (Çîn)
Kargêrî
Welat  Çîn
Dûgel Xanedana Han
Demografî
Gelhe 1.960.188 (742)
Erdnîgarî
Koordînat 34°16′00″Bk 108°54′00″Rh / 34.26667°Bk 108.90000°Rh / 34.26667; 108.90000
Dem (UTC) UTC+8

Li bakurê Xi'an Gora Qin Shi Huang û Artêşa terrakotayî heye û evana ji alîyê Qin Shi Huang va hatîye çêkîrîn.

Gorî çavkanîyên çînê, di derdora salên (P.Z.) 750an de Chang'an bû bajarêkî metropol ku tê da bi mîlyona kes dijî. Li gorî texmînên îro, di nav dîwarên bajêrda nêzîkî 800.000-1.000.000.000 kes dijîyan[1] [2]. Li gorî serjimêrîya sala 742an, li herêma Jingzhao Fu (京兆府) da di 362.921 malbatîda 1.960.188 kes dijîya.


Girîngiya aborî û stratejîk a Chang'an biguhêre

Bajar li cîhekî navendî bû. Rê yên ku ji Gansu, Sichuan, Henan, Hubei ve Shanxi dahatin li vir digîhîştin hev. Ji ber vê yekê Chang'an devereke girîng bu ku ji Riya Hevrîşimê sûd werbigire.

Binêre biguhêre


Çavkanî biguhêre

  1. ^ Chandler, Tertius. (1987). Four thousand years of urban growth : an historical census. Lewiston, N.Y., U.S.A.: St. David's University Press. ISBN 0-88946-207-0. OCLC 14932011.
  2. ^ Haywood, John, 1956-. Historical atlas of the Medieval world, AD 600-1492. Jotischky, Andrew, 1965-, McGlynn, Sean. New York. ISBN 0-7607-1975-6. OCLC 47914247.{{cite book}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.