Cemal Batun, rojnamevanek navdar ê kurd e. Ew 21ê meha îlonê 1963an li bajarê Nisêbînê hatiye dinê.

Cemal Batun
Cemal Batun (2013)
Jidayikbûn21ê îlona 1963an (60 salî)
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PîşeRojnamevan
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sala 1987an zanîngeha Rojnamevaniyê ya Uniwersiteya Sofyayê (Bulgaristan) qedandiye. Di sala 1986an de li Rojnameya Otechestven Front a bulgarî, berpirsiyariya beşek ji Rojhilata Navîn, Tirkiye û Pirsa Kurd kiriye. Di heman salan de di rojnameya Kurdistan Press de nivîsên wî derketin e. Sala 1989an hatiye Swêdê û heman salê di redaksiyona kovara Demokrat de cîh girtiye. Sala 1990an bûye endamê redaksiyona kovara Berbang organa federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê. Sala 1993an bûye nivîskarek sereke yê kovara Hevdem.

Her di salên 1990an de pirtûkên wî Şerê Kendavê û Kurd (li gel Amed Tigris û Paşa Uzun), wergera wî Mitolojiyên Mezopotamya hatine çapkirin. Di sala 2001ê de, di Radyoya Swêdê beşa kurdî de, dest bi xebatê kiriye. Di heman salan de, di televizyona Swêdê de SVT / UR rêzebernameyên wî ji bo zarokên kurd, bi zimanê kurmancî hatine weşandin. Di sala 2006an de derbasî Rojhilat TV bû ye û berpirsiyariya beşa kurmancî kiriye. Sala 2010an xebata xwe di ASOsat TV de berdewam kiriye.

Di salên destpêkî ya 2000an de pirtûkên wî berhevkarî ya Barzanî û pirtûka bi zimanê bulgarî Sinat na Slantseto (Lawê Rojê) hatine weşandin. Herweha berpirsiyariya kovara Dengê Bakur kiriye. Di sala 2011an de bernameya Ronahî di Barada TV de pêşkeş kiriye. Herweha di gelek kovar, rojname û malparên internetî de nivîsandiye. Wekî: Insiyatîf, Rojeva Kurd, Rastî û hwd. Di sala 2016an de di Kurdistan24 de dest bi bêjerî û birêvebiriya bernamayê kiriye.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre