Cemşîd Bender (navê fermî: Mehdi Halıcı), (jdb. 1927 li Konya - m. 8ê nîsanê 2008 li Îzmîrê, Tirkiye) dîroknasekî kurd bû. Bender nav sazumankarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girt.

Cemşîd Bender
Navê rastî
Mehdi Halıcı Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn10 nîsan 1927 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin8 nîsan 2008 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îzmîr Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Stembolê Beşa Dadnasiyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Ji kurdên Anatoliya Navîn bû. Malbata diya wî ji parêzgeha Wanê, bavê wî jî ji Çewlîgê çûne. Bavê wî bazirganekî hezkirî bû. Di zanîngeha Stembolê, fakulteya dadê de dixwîne.

Ji ber nameyekê xwe lê doz tê vekirin û davêjin zîndana Afyonê. Di heman demê de bavê wi jî ji ber nêrînên xwe di heman zîndanê de ye. Ango bi bavê xwe re dibe hevalê girtîgehê. Bavê wî hezkirî û sîmpatîzanê Seîdê Kurdî bû. Seîdê Kurdî bi xwe jî di bîranînên xwe de behsa bavê Bender dike, pesnê wî dide.

Sala 1957ê bi tevî birayê xwe Feyzi Halıcı li Konyayê bi navê Çağrı (bang) kovarekê dertînin. Sala 1958ê diçe Norwecê li ser kooperatîvan perwerdeyê dibîne. Vegerê li Stembolê parêzeriyê dike. Ji ber ku xwedî nêrînên kurdperwer bû, deriyên dewletê jê re hatibûn girtin, rastî gelek astengiyan dihat.

Birayê wî Feyzi herçendî endezyarê pispor ê kîmyayê bû jî, nedikarî ji xwe re karekê bibîne, mecbûr mabû di dikana bavê xwe de bixebite. Feyzî helbestan dinivîsîne, bi alîkariya hin siyasetmedaran di saziya zimanê tirkî (TDK, Türk Dil Kurumu) de kar dibîne, dixebite. Sala 1959ê komeleyeke geştyariyê dadimezirîne (Konya Kültür ve Turizm Derneği). Feyzî di nava salên 1968-1977ê de wekî senatorê AP (Adalet Partisi - Partiya dadê) di meclîsa tirk de cihdigire. Xûşka wî Nevin Halıcı yek ji rojnamevanên navdar e.

Giringiya Bender biguhêre

Bender li rohnîkirina kûrahiya dîroka kurd digere, bo wê çendîn pirtûk hene dixwîne. Zanistiya nûjen pesend dike ku bingeha şarezayiya mirovahiyê Mezopotamya ye ku parekê axa Kurdistanê jî li vir e. Lê gava behsa kurda bû, dewleta tirk, bi tevî hemî hêza xwe dixwaze kurdan bêdîrok bide nîşandan. Kurd mezopotamyayî ne, axa wan li wir, Mezopotamya dergûşa şarezayiyê ye, lê behsa kurdan bû, înkarî destpê dike.

Bender jî çiqas tariya dîroka kurd rohnî dike, rastî êrîşan tê. Rêxistina girêdayî dewleta veşarî (an kûr) ya Tirkiyeyê Ergenekon jî di nav de, kemalîst, neteweperwer û tirk-îslamîstên Tirkiyeyê dijberiya Bender dikin. Medya û çapemeniya tirk birêkûpêk Bender reş dikin, dixwazin îtîbara wî bişkênînin.

Lê di serî de Îsmaîl Beşîkçî, Noam Chomsky, gelek zanyar sûdê ji pirtûkên wî digirin. Ew di qada navneteweyî de bo kurdozanan wekî çavkaniyekê ye.

Berhem biguhêre

Derbarê Cemşîd Bender de biguhêre