Brader muzîkvan û wênesazekî kurd e. Brader ango Brader Mûsîkî di 1958an de li gundê Mûsîka, herêma Mêrdînê hatiye dinyayê.[1] Bavê wî dengbêj bû. Zarotiya xwe li civata bavê xwe li ber stran û serpêhatiyên kurdî derbas kiriye.[2][3]

Brader
Jiyan
Jidayikbûn1958
Mûsîka, Mêrdîn
NeteweKurd
PîşeHunermend, lîstikvan
AmûrMandolin, flut û tembûr
biguhêreBelge
Brader (2022)

Jiyan biguhêre

Brader dibistana seretayî û navîn li herêma Mêrdînê xwendiye. Lîseya tenduristiyê li bajarê Wanê xwendiye.Ji ber xebata xwe ya muzîkê dikeve zindana Wanê û 3 meh û nîvan ceza werdigire. Piştî ji dibistanê derdikeve mudurê dibistanê wî saleke ji dibistanê bi dûr dixe. Helbesta xwe ya yekem li zindanê dinivisîne.

Ji sala 1986an û vir ve li Holendayê jiyana xwe berdewam dike. Heta niha 10 albûm çêkiriye. Piraniya stranên xwe bi xwe çêdike. Xwe di nava dengbêjî û muzîka modern de mîna pirekê dibîne.

Di gelek film û rêzefilman de jî li gel produktionên kurd û holendî leyistiye. Weka li Medya TV de, Dengê Defê, Kolanên Xerîbiyê û De Jonge Die Niet Mer Praaten van Godlos niha jî di xebateka nû ya filmekî holendî de ye. Herwiha di filmê Meşê de jî bi roleke çûçûk xuya bûye. Brader li gel xebatên muzîk û sinemayê xebatên wênekariyê jî dike. Gelek caran li malper û rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin.

Piştî 18 salan cara yekem di sala 2004 de vegeriya welêt. Li seranserê welêt nêzîkî 30-40 konser dan. Albûma talî di 2005an de bi navê Pepûlê derxistiye.

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Hozan Brader: Ez Bi Koka Xwe Ve Girêdayî Me û Hunera Min Ji Kaniya Wê Tê". VOA. 26 adar 2016. Ji orîjînalê di 20 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ "Hemû Stranên 'Brader'". www.gotinenstranan.com. Roja gihiştinê 27 sibat 2021.
  3. ^ "Muzika Kurdi | Musika Kurdi | Kurdische Musik | Kurdish Music | Stran". www.ronibaran.de. Roja gihiştinê 27 sibat 2021.