Boranîk navê xwarineke kurdî ye. Di pêjgeha Îranê de jî navdar e. Bi farisî jê re dibêjin boranî. Herwiha derbasê pêjgeha balkanî û romiyan (tirk) jî bûye. Ji mast û cureyên kidakê (zebze), biharbêhn (biharat) û sîrê ye.

Boranîk

Navê wê biguhêre

Zanayê farisan dibêjin, ev xwarin navê xwe ji keyê Sasanîyan Porandox (Pourandokht) digire ku wî pirr hez jê dikiriye. Poranî ango wekî Porandox, dûv re bûye boranî(k).

Berkelî (bo şeş kesan) biguhêre

  • 1kg siyale
  • 1 kevçî rûnê ron
  • 3 kevçî ard (arvan)
  • 2 stekan (qedeh) şîr
  • Nîv stekan av
  • Sîr û mast
  • Xwê
  • 1 kevçî merge (ava firingiyan, ava bacanê sor)
  • 1 kevçî rûnê nivîşkî

Amadekerden biguhêre

Siyaleyên xwe pakij bişon, pelên wê jê derînin. Di quşxaneyekê de ava xwe bikelînin, xwêyê bavêjinê.

Pelên siyaleyê têxin ava dikele, 3-5 deqe bikelînin, ango nermijî bikin. Siyaleyê bidarivînin, di makêşê de (mevsik, parzûn, şirşirk) bihêlin bila ava wê biherike.

Rûnê ron (1 kevçî) berdin verok an quşxaneyê, avê tevlî bikin. Heya zerayî bi ardê we ket, tevdin. Av û şîr bikinê. Sosa xwe bidawî bû, siyaleya xwe berdin navê, hinekê biqelînin.

Ji agir daynin, sîr û mastê tevlî bikin. Mergeya xwe di nava rûn de biqijilînîn, berdin ser xwarina xwe. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifreyê).

Gotarên têkilîdar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • Najmieh Batmanglij: A Taste of Persia. An Introduction to Persian Cooking. Mage Publishers, Washington DC 1999, ISBN 0-934211-54-X. (îngilîzî)
  • Najmieh Batmanglij: New Food of Life. A Book of Ancient Persian and Modern Iranian Cooking and Ceremonies. Mage Publishers, Washington DC 1992, ISBN 0-934211-34-5. (îngilîzî)