Besê Aslan (jdb. 1982 li gundê Karaçara Elbistana Gurgumê) berhevkareka kurd e. Ji Eşîra Sînemilî ye.

Li Elbistanê xwend. Zanîngeha Înonuya Meledîyê terikand. Niha li Agirîyê, li Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Wênesaziyê dixwîne. Di destekê wê de kitêbên dibistanê, di destê din de amûra dengirtinê û makîneya fotoyan gund bi gund digere û berhevkariya çanda devkî dike.

Besê Aslan xwediya kitêba bi tirkî: Nar Agacının Golgesî Yoktur "Siya Dara Hinarê Tuneye" e ku kitêb bixwe jî, berhemeke çanda devkî ye.

Ev kitêba bi zimanê tirkî hatiye nivîsîn ji aliyê Weşanxaneya Elma ve hatiye derxistin. Ji 238 rûpelan pêk tê.

Berhevkara xebatên çandî yên devkî Besê Aslan xebata xwe ya çar salan di kitêb-cd’yekê de civand ser hev. Xebata ku ji stran-kilamên kurdî yên Elbistan-Meraşê pêk hatiye, bi navê ‘Xema Çel Meqamî’ derkete piyaseyê.

Berhem biguhêre

Girêdanên derve biguhêre