Eşîra Berjêrî, li herêma Serhedê eşîreke naskirî ye. Ev eşîr, bi taybetî ji Cizîr û Sêrtê hatine welatê xwe ya niha. Di nav Herêma Serhedê de li Wan, Agirî, Bedlîs, Erzirom û li Mûşê dijîn. Gelheyê Berjêrîyan ya ku tê zanîn xwar û jêr 170.000 e.[çavkanî hewce ye] Hinekê wan ji welatê xwe ji aliyê dewletê ve hatine derxistin. Anha li Afyon, Manîsa, Edîrne, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê dijîn. Li Ewropayê, Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê gelheyeke kêm ji Berjêrîyan heye. Mezintayiya Berjêriyan li Bargirîyê Zekî Beg dikir. Û anha jî di malbata wî de berdewam dike. Li Erdîşê mala Zade Beg dike. Li Panosê mala Elî Îhsan Hallaç dike.

Eşîra Berjêrî
Agahiyên gelemperî
Ziman Kurdî (kurmancî)
Herêmên dîrokî Serhed
Demografî
Gelhe 170.000
Bawerî
Dîn Îslam