Behaedîn Neqşbendî

damezrênerê terîqeta neqişbendî
(Ji Behaudîn Neqişbendî hat beralîkirin)

Muhemmed Behaedînê Neqşbendî yê Buxarî (farisî: بهاءالدین محمد نقشبند) (14ê meherem 718ê mişextî, 18ê adar 1318, Buxara-3ê Rebi el Ewwel 791ê mişextî, 2ê adara 1389an, Buxara) damzrînerê terîqeta neqişbendî di sofîtiya îslamî da ye. Ew mirîdekî Ebdilxaliqê Xecdewanî yê terîqeta xwacekan bû.

Mozoleya Behaedîn Neqşbendî li Buxarayê

Jiyan biguhêre

Ew li roja înê 14ê meherma 718ê mişextî li gundê Qesrê Hindûyan ko paştir navê wê bû Qesrê Arifan, li nizîk bajarê Buxarayê li Xorasanê (niha parek ji axa Ûzbêkistanê) hat dinyayê. Bavê wî ew spart destê Xwace Mehmedê Babasemasî ko yek ji mirîdên terîqeta neqişbendî bû.

Ew roja duşem, 3ê rebi el ewwelê, sala 791ê mişextî li Buxarayê mir. Gora wî jî li wî bajarî ye.

Berhemên wî biguhêre

  • Ewrad el-Behaiye (اوراد البھائیە)
  • Ewrad el-Sexîr (اوراد الصغیر)
  • Delîl el-'Aşiqîn (دلیل العاشقین)

Çavkanî biguhêre