Bazofîl an jî bi ingîlîzî"Basophil" yek ji sê cureyên xiroka spî ya danikî ye. Bazofîl di sala 1879 de ji aliyê bijîşkê Alman Paul Ehrich ve hate vedîtin[1]. Di nav laş de, xiroka spî ya herî hindik bazofîl e. Rêjeya xaneyên bazofîlê di nav lêkosîtan de ji %1ê kêmtir e. Xaneyên bazofîlê di moxê hestî de tê çêkirin. Herî baş boyaxên alkalîn(bazî) renk dide danikên bazofîlê[2]. Danikên bazofîlê gir in, bi boyaxê rengê şîna tarî an jî mor digirin. Bi gelemperî, dendika bazofîlê du lobî ye. Hejmara bazofîlan dema kulbûniyê û alerjîbûniyê de gelek zêde dibe[3]. Danikên bazofîlê hîstamîn derdidin[4]. Hîstamîn madeyek kîmyayî ye, alikariyê sîstema bergiriyê dike Lûleyên xwînê ji ber hîstamînê sist û fire dibin, bi vî awayê xirokên spî bi hesanî ji xwînê derbasê nav şaneya kulbûyî dibin û li dij hokarên nexweşiyê bergiriyê dikin. Her wisa bazofîl heparîn jî berhem dikin. Heparîn rê li ber meyîna xwînê ya nav lûleyan digire[5].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Mucosal Immunology volume 3, pages 129–137 (2010) doi:10.1038/mi.2009.137[1]Emerging functions of basophils in protective and allergic immune responses
  2. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [2]Basophil
  3. ^ Villee, Claude Alvin, et al. Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing, 1989. ISBN 0-03-023417-4 p 952
  4. ^ Alberts, B. ; et al. Molecular biology of the cell. 6th ed. New York, : Garland Science, 2015 p 1239 ISBN 978-0-8153-4432-2
  5. ^ OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , p 801 [3]