Dr. Bawer Rodî Qantoz (navê wî yê di qeydên Romê de Rodi Demirkapı ye) sala 1945 li parêzgeha Mezrayê, navçeya Palo, gundê Kirvan hatiye jiyanê. Di 9ê gulanê 2001ê de li Almanya, bajarê Kölnê (Kolonya) dawî li jiyana xwe tîne. Hin kes bawer nakin wî xwe kujtibe.

Bawer Rodî Qantoz
Jidayikbûn1945 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin9 gulan 2001 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Köln Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ji malbateke koçeriyê dikir, ji êla Bêrtiyan e. Sala 1973ê dibistana bijîşkiyê bidawî dike. Li Kurdistanê doktoriyê dike û li devedora xwe bi kurdperwerî, zanebûn, wêrekî û basbûnê tê naskirin. Bavê wî Evdilah Qantoz siyasetmedarek bû, bi henek û metelokên xwe navdar bûbû.

Dr. Rodî tenê ji mirovên pereyên wan hene, heqê pişkînê distîne, bi her awayê xwe dide başkirina tenduristiya Kurdan. Sala 1991ê li navçeya Qowanciyan, şaxa HEPê dadimezirîne û wek serok tê hilbijartin.

"Em ê ûrtê te biqelînin" biguhêre

5ê çiriya paşîn 1992î de ji aliyê hêzên îllegal ên Dewleta Romê ve bi tevî lawê xwe tê gulebarankirin. Dr. Rodî bi çar guleyan giran birîndar dibe û lawê wî Şûrzan Qantoz jî li ber çavên wî şehîd dikeve. Kujer piştî ku Dr. Rodî ji mirinê difilite jê re telefon dikin, dibêjin "Em ê ûrtê malbata te biqelînin. Tu îcar xilas bûyî lê soz li ser navê şerefa Dewleta Tirk em ê te bikujin".

Jiyana nefiyê biguhêre

Ew jî wekî întellektûelên din ên Kurd mecbûr dimîne dikeve riya menfîtiyê. Xwe ji têkoşîna demokratîk a Kurd nade paş û bi hemî hêza xwe dixebite. Bala xwe dide zanistî û fîlozofiyê. Herwiha helbestên ciwan dinivîsîne.

Gotin biguhêre

  • Her tişt berevajiya xwe nîşan dide û dide zanîn.
  • Heq rastî bi xwe ye û riya rast mirovan digihîne menzîla Heq.
  • Tunebûna tunebûna tiştekê, hebûna wê tiştî bi xwe ye.

Pirtûk biguhêre