Baterî, jêderka hêza kîmyesal e. Di bateriyêde çaviya sereke, çaviya elektrokîmyasalêye. Dema meriv bateriyan birêzeyî girêdide dikare voltajên bilind bidestbixe.Şema 1. beşekî ji çaviyê ye u Şema 2. bateriya ku bi berxwedaniya rêzeyî herikê peyda dike dixuye.

Baterî

Di çavîyekî elektrokîmyasalde du plaqeyên ku bi navê elektroda pozîtîf u elektroda negatîf tê binavkirin heye u şileavekî u nivşileavekî ku bi navê elektrolît tê navkirin heye. Dema vêdorekî di navbera termînalen elektrodan were girêdan, di navbera elektroda pozîtîf u elektrolîdê de reaksiyonekî kîmyasal çêdibe u elektron, ji vêdore ber bi termînala pozitif diherikin. Di elektroda negatîfde ji, reaksiynekî paşpê çêdibe u elektron ji elektroda negatîf ber bi vêdore têne tendandin. ji bo reaksîyonekî bitewş elektron u îyonên pozîtîf ber bi elektrolîte diherikin.

Di şemayêde herik, bi du aliyan hatiyê nişandan. Yek ji wan herika elektronane ya din jî herika kevneşopîyêye. Elektron bi bare negatîf barkirîne u ji cîheki voltaja negatîf berbi pozîtîfê diherikin. Ên ku cara yekem elektrîk kişfkirine, herike tevgerekî barên pozîtîf difikirînin u rêya elektronan paşbê difikirînin.

Reaksîyona kîmyasal di navbera termînalên pozîtîf u negatîfde , voltaj yanî ferqpotansiyel avadike.Yekîneka voltajê Volt´ê. Pestoya ku voltaj çêdike jê re hêza elektromotîv tê gotin.Herik hêjmara elektronên ku di raguhêzbarde saniyekîde derbasdibine u yekîneka wi ampere.

Dîroka Pîlê biguhêre

Pîla pêşîn di sala 1800'ê de ji aliyê Alesandro Volta ve hatiye nûvedan. Paşê John Frederick Daniell û hin zanyarêrn din, pîla Volta pêşxistin.

Bateriyên yekser û duser biguhêre

Baterî ji bo bikaranînên cuda gelek tîpan u bi voltajan tê hilberîn.Hinek ji wan şarj dibin( çaviyên duser) u hinek jî şarj nabin ( çaviyên yekser). Ji bo bateriyên yekser mînak:fener, kamêra, radyoyên berikê, hwd... ev baterî alkalîne. Bateriyên duser ji, bateriyê nîkel-kadmîyum (Nî-Cd)ê ne u telefonên bêtêl u aku meriv dikare mînak bide.