Di fîzîka keriyan da, baryon malbateka keriyên atomê ye ko ji 3 quarkan pêkdihên. Vê malbatê niha 2 endam hene: notron û proton. Lê gelek baryonên netebitî (bi îngilîzî: unstable) yên dî jî hene. Peyva "baryon" ji peyva yewnanî ya βαρύς (barys) dihêt, bi ramana "giran". Sedema vê navkirinê jî ew bû ko li dema vedîtina wan da wesa dihat hizirkirin ko ew ji hemî keriyên dî girantir in.