Barana Şevê (albûm)

"Barana Şevê" albûma 4'emîn yê Xêro Abbas e. Di albûma "Barana Şevê" ji 11 stranan pêk tê.

Stranên di albûmê de ewin; 1.Barana şevê, 2.Hêvî Evîn, 3.Bûkê, 4.Marşa Evînê, 5.Welat, 6.Dil Bide Min, 7.Narê, 8.Zor e, 9.Bûrî Bûrî, 10.Kezîzerê, 11.Tu

Xêro Abbas di albûma "Barana Şevê" de hewl daye xîtabî her du girseyên ku muzîka gelêrî û him jî muzîka hemdem guhdari dikin bike. Xêro Abbas xwedî dengekî baş û bilind e û hunermendeke berhemdêr e,lê di "Barana Şevê" de asta xwe ya muzîkalî pir zêde nexistiye pêş.Cûdayî û cihêrengiya albûma "Westiya Bû" di "Barana Şevê" de nîne.Wek dewamake albûma wî ya "Axîn" e.

Strana "Barana Şevê" straneke Hekîm Sefkan e.Hekîm Sefkan heman stranê di albûma xwe ya "Stranên Qedexe" de goti bû.Komên kemanan bi stîla rojavahî,motifên rock strana "Barana Şevê" bi temamî kiriye staneke cuda.Her wiha strana Kezîzer jî strana Abbas Ahmed e ku vê stran jî di albûma "Mêvana Xewnê"(2003) ya Abbas Ahmed de cîh girti bû.

Strana "Marşa Evînê" straneke bi stîla rock e.Dişibe strana "Nikarim" ya Xêro Abbas a di albûma "Axîn" de.Strana "Welat" bi meqama xwe yek ji balkeştirîn ya albûma "Barana Şevê" ye.Her wiha strana Narê ku bi avayê pop,hip-hop hatiye amade kirin wê bala gelekan bikşîne. "Barana Şevê" ji Kom Muzîkê ve hatiye derxistin.

Girêdanên derve biguhêre