Keşol, baqil, beqle, beqilk riwekek ji famîleya baqilan e û bo xwarinê tê bikaranîn.

Keşola zeviyan (Vicia faba)
Baqila zeviyan (Vicia faba)
Berçêkirinek ji O.W. Thomé: Floraya Germanistan, Awistriya û Swîsreyê, 1885.
Gupikdan
Beqleya hişkbûyî
Qalik vekirî dendikên wê dişibin gurçikê
Kaşola xaşandî

Ji vir nêzîkê 9 hezar sal berê li Îsraêlê hatiye bikaranîn, bermahiyên wê li bajarê Nazaretê hatin vedîtin. Herwiha di gorîstanên li devedorê Deryaya Naverast de bermahî hatin vedîtin ku ji vir 3-4 hezar sal berê li van deveran dihatibûye bikaranîn.

Ligel riwekên din ên ji famîleya baqilan nîsk û nokê bo mirovan di xurdemeniyê de cihekê girîng digire, kana proteînan e. Bi hezaran salan in ji aliyê mirovan ve çandiniya wê tê kirin.

Herêmêm Kurdistanê Botan, Behdînan, Tolhildan, Kurdistana Sûrî û herêma Soran bo çandiniya famîleya baqilan baş e. Mixabin ji ber gelek sedeman kurd pirranî xurdemeniya xwe dikirrin, bi xwe çandiniya wê nakin.

Toksîkolojî biguhêre

Vicia faba dikare Favîzmê bitetikîne. Li hin deverên Deryaya Naverast mirov ji kulîlkên wê yan ji keşolê bi xwe alerjiyê digirin. Lê ev ne ji beqleyê bi xwe, pirranî ji ber hin taybetiyên organîzmaya wan mirovan e. Ji ber ku beqle di xwe de vîsîn û convîsîn dihewîne ev pêk tê.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve (pirranî ne bi Kurdî) biguhêre