Başak Demirtaş, (jdb. 1977 li Sûr, Amed) mamoste û hevjîna hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş e. Başak Demirtaş ji 2016an vir de, ji bo azadiya Selahattin Demirtaş li welat û li derveyî welat kampanyaya azadiyê dimeşîne.

Başak Demirtaş
Navê rastî
Başak Demirtaş Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn1977 (46–47 salî)
EsilKurd
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeMamoste
Hevjîn
(z. 2002)
Zarok2 (Delal û Dilda)
XelatProgressive Alliance, Xelata Cesareta Siyasî (2019)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Başak Demirtaş li navçeya Sûrê ya Amedê ji dayik bû û li wir mezin bû. Piştî girtina hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş, hevpeyvînek bi rojnameya Cumhuriyet re kir. Di vê hevpeyvînê de anî ziman îro tiştên dijî zaroktiya wê aniye bîra wê: di hevpeyvînê de wiha got "Di sala 1982 de em li Amedê bûn û polisan bavê min jî nîvê şevê hatin birin."[1]

Başak Demirtaş hefteyê carek ji Amedê diçe Edirne û serdana Selahattin Demirtaş dike. Başak Demirtaş ji kanala BBC re got ku dema Demirtaş bû namzet ji bo hilbijartina serokatiya 2018an ew bû dengê Selahattin Demirtaş ya derva. Selahattin Demirtaş di 6ê hezîrana 2018an de ji girtîgehê bi girêdana têlefonê bi Başak Demirtaş re axivî bi vî axaftinê kampanyaya xwe ya hilbijartinê anî cih.

Wê di 2018 de bi Raportorê YE Kati Piri re civiya û di derbarê girtina Selahattin Demirtaş û rewşa Demirtaş bi Katî Pîrî re parve kir.[2] Di dema pandemiya COVID-19 de, wî kampanya kir ku girtiyên siyasî li gorî qanûna ku bi hezaran girtiyan serbest berde, têxe nav xwe. Başak Demirtaş sala 2019an de li Stockholmê beşdarî kongreya "Progressive Alliance" bû û di kongreyê de Xelata Cesareta Siyasî bi navê Selahattin Demirtaş dane Başak Demirtaş.

Belgefîlma di derbarê têkoşîna wê de biguhêre

Platforma, 140Journos di derbarê jiyana Selahattin Demirtaş ya berê û têkoşîna Başak Demirtaş belgefîlmekî bi navê Çarenûsa Erdnîgarî çêkir. Di belgefîmê de Selahattin Demirtaş û Başak Demirtaş bi keçên xwe Delal û Dilda re telefonê kir, şîroveyên diya wê Sadiye Demirtaş digel parêzerê wê Cahit Kırkazak û hevkarê wê Şukru Erol jî tê de hene. Li gel wêneyên serdana Girtîgeha Edirne, wêneyên ji jiyana malbata Selahattin Demirtaş jî hene.[3]

Di belgefîlma vîdyoyê de gelek wêneyên kevn ên ku Başak Demirtaş kişandî jî hene, ku tê de Selahattin Demirtaş û zarokên xwe têne dîtin. Di beşa dawîn a belgefîlma di xuleka 34emîn de, strana gelêrî ya Selahattin Demirtaş jî cara yekem tê weşandin.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Başak Demirtaş: Bu yol güzel". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ "AP Türkiye Raportörü Piri'den Demirtaş ailesine ziyaret". tr.sputniknews.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2020.
  3. ^ a b "140journos'dan 'Demirtaş' belgeseli: Coğrafya kader". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2020.