Bêran, bêran bi gerden navê xwarineke bigoşt ji pêjgeha kurd e. Li herêma Amed, Botan, Tolhildanê pirr tê xwarin.

Di wêjeya devkî ya kurdî de wiha derbas dibe: "Ji gerdenê berdan, ji Mareşê merdan derdikeve".

Berkelî (bo pênc kesan) biguhêre

  • 1kg goştê bi hestî yê gerdenê (gizêra stû)
  • 100 gr îsota tûj (îsota pûlpûlî, îsota pûlpelî)
  • 300 gr riz (birinc)
  • 100 gr bez
  • 1 lîmon
  • Xwê
  • Îsota sor (li ser daxwazê)
  • Îsota reş (li ser daxwazê)

Çêkirin biguhêre

Goştê bikin quşxaneyê bikelînin. Gelek caran kêfa wê bigirin. Paşê agirê wê kêm bikin, bila dîsa bikele. Di quşxaneyeke din de birinca xwe bikelînin û li binikên xwarinê parve bikin.

Goştê xwe yê kelandî jî parve bikin, bidin ser birincê. Ava goşt, sîr, îsota tûj, îsota reş (hûn bi kêfa xwe ne kêjan biharbêhnê bikarbînin, dikarin) û ava limonê bi ser de bikin.

Bi germî bînin ser destexaneyê (sifreyê).