Bêrîvan Arîn

Stranbêja ji Tirkiyeyê

Bêrîvan Arîn (jdb. 1981, Xelfetî, Riha) stranbêjeke kurd e.

Bêrîvan Arîn
Bêrîvan Arîn, sal 2010
Jiyan
Jidayikbûn1981 (42–43 salî)
Xelfetî (Riha)
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeSolîst
biguhêreBelge

Kurtejiyan biguhêre

Bêrîvan di sala 1981ê de li navçeya Xelfetî (Riha) jidayikbû. Bi 13 saliya xwe digel malbata xwe koçberiya Swîsreyê dike û perwerdehiya xwe li wir diqedîne. Ji zarokatiya xwe pê ve dildariya wê ya herî mezin muzîk e, lewra di salên lîseyê de bala xwe dide muzîkê.

Wê ji sala 2000an heta sala 2004an solîstiya Koma Arîn kir û digel komê di sala 2003an de albûmek bi navê Bengiya Rojê derxist. Dii albûmê de çend awazên Bêrîvanê jî – wek Berfîn û Bêrîvanê - cih digirin. Piştî belawbûna koma Arînê ya di sala 2004an de wê li ser navê xwe bi muzîkê berdewam kir.

Di sala 2006an de hunermendê tirk Mehmet Ali Demren (Mali) bi wê re duetek kişand: navê stranê Kürdüm (« Kurda min ») e û li ser evîndariya lawekî tirk û keçeka kurd yên ku evîna wan ji aliyê malbatên her duyan ve tê qedexekirin hatiye nivîsandin. Strana Kürdüm di albûma Mali ya bi navê Işte böyle (« Fermo, wiha ») de cih digire.

Bêrîvan car caran tevli bernameyên çandî yên kanalên kurd dibe û di sala 2009an de cara ewil hunera xwe li welêt (Amed, Şirnex, Wan, Sêrt û Riha) pêşkêşî guhdarvanan dike. Di sala 2010an de ew klîpa xwe ya ewil ya bi navê Gazinc dide kişandin. Ev stran ji aliyê hozan Dîno ve hatiye nîvîsandin. Bêrîvan di sala 2011an de ji bo stranên Berfîn, Cano û Zeyno - Zêriyê klîban dikişîne. Taybetiya van sê klîban ev e ku, her sê li welatê wê Xelfetî hatiye kişandin û dîmenên hêja yên xweza û dîroka Xelfetî dike mijar.

Dîskografî biguhêre

Albûm biguhêre

Duet û hevkariyên bi hunermendên din re biguhêre

  • Kürdüm (Kurda min), digel Mali (2006)
  • Vokalîstî ji bo albûma dawî ya Dîno (2011)
  • Şemmamê (verziyona Hiphopê), digel Rêzan Cemal (2012)

Girêdanên derve biguhêre