Awîşen, ezbûwe, zembûr, catirî , anux li nav kurdên xurasanê (Thymus vulgaris) navê komekê riwekan ji famîleya gezika derewîn (famîleya lamiyasiyan, Lamiaceae) ye. Navê giştî yê catirî (cehter) û zembûrê ye. Navê van cureyan ê zanistî ne diyar e, lewra zimanzanên kurd li ser floraya Kurdistanê xebateke zanistî nekirine, nav û têgînên wê standard nekirine. Li Kurdistanê pirranî tê berhevkirin.

Awîşen

Ji vê riwekê rûnekê tê çêkirin. Dîsa wekî çay û biharbêhn jî tê bikaranîn. Ji germê hez dike. Bêhna wê gelek xweş e. Di Greka antîkî de bo xatirê xwedaya bedewiyê Afrodîtê dihat vêxistin, bixura wê dihate bêhnkirin. Ji aliyê vîtamîna C ve dewlemend e.

Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de biguhêre

Bi tevî hingivê tê tevlîhevkirin, ev ji bo derbirîna birînên mîdeyê bikêr e. Bo nexweşên ku çermên wan dixurên, diweşin jî tê pêşniyarkirin.