Alexander Auguste Jaba (bi polonî: August Kościesza-Żaba), (jdb. 1801 Krasław − m. 3ê kanûna paşîn a 1894an li Îzmîrê) rojhilatnas û kurdologekî polonî ye. A. Jaba di warê berhevkirin, wergerandin, amadekirin û weşandina xebatên li ser folklor, ziman, dîrok û çanda kurdî de gelek xebatên curbecur kirine.

Alexander Auguste Jaba
Navê rastî
August Kościesza-Żaba
Jidayikbûn1801(1801)
Kraslaw (Polonya)
Mirin1894
Îzmîr (Tirkiye)
EsilPolonî
Hevwelatî Polonya
PîşeDîplomat, rojhilatnas
DînKatolîk, Cihû
HevjînIrène Hélène (Giraud) de Jaba
ZarokAmélie (de Jaba) de Andria, Vladimir de Jaba, Marie de Jaba, Marie Joséphine Antoinette (de Jaba) de Testa, Auguste de Jaba, Jules Paul de Jaba û Sophie (de Jaba) Gullois
Dê û bav
  • Dominique Zaba (bav)
  • Anna (Holownia) Zaba (dê)
biguhêreBelge

Jiyana A. Jaba biguhêre

Jiyana Aleksandre Jaba, wekî kurê Domînîk Jaba û Anna Holovîanka di sala 1801ê de li Kraslawê[1] ji dayik bû. Jaba, ji binemaleke esîl a Polonî ye û ev malbat bi koka xwe ji bajarê Poleckê ye. Hin çavkanî jî diyar dikin ku ev malbata xwedî feraseteke Katolîkî a tund bi eslê xwe Cihû ye.[2]

Jaba, di sala 1824an de ket beşa Zimanên Rojhilatî ya li Zanîngeha Vilenskiyê. Le belê, di wan salan de li zanîngehê bi têra xwe mamoste tune bûn û ji ber vêyekê biryar hat dayîn ku Jaba jî tê de șeş xwendekar derbasî zanîngehên Rûsyayê bibin.[3] Bi vî awayî Jaba derbasî Rûsyayê dibe û dikeve beşa Zimanên Rojhilatiya li Akademiya Zanistan a li St. Petersbûrgê û perwerdeya xwe ya li wir di sala 1828an de kuta dike.

Jaba piştî zanîngehê, li nûnertiyên derve yên Rûsyayê wekî wergêr dest bị xebatê dike. Pêşi di sala 1830'yî de li konsolosiya Yafayê ya Rûsyayê ku wê caxe di bin hakimiyeta Osmaniyan de bû, wergêriya tirkî (Osmanî)-Rûsî dike. Di dema vê peywira xwe ya Yafayê de bi keça konsolosê Rûs re dizewice[4] û Xwedê pênc zarok da wan. Navê wan; Thédore, Constantin, Alphonse, Peter û Iosif e. Pey re di sal 1832'yan de dîsa ji bo heman peywirê tê şandin bo Selanikê. Ji ber serkeftinên xwe yên payeberz di sala 1835an de li serkonsolosiya Izmirê tê peywirdarkirin. Di sala 1848an de piştî mirina jina xwe ya ewil, bi Elenayê re zewaca xwe ya duyem dike ku keça konsolosê Emerîkayê yê li Selanikê ye.[5] Ji vê jinê jî şeş zarokên Jaba çêdibin. Ango Jaba bavê yanzdeh zarokan e, navê zarokên jina duduyan ev in: Marie, Auguste, Jules, Sofhie, Amélie û Wlidimir. Li gor ku ji nameyên Jaba yên şandine Rûsyayê tê fehmkirin Jaba gelekî li ser zarokên xwe helak bûye û ji bo perwerdeya wan gelek caran miracaetî Rûsyayê kiriye da ku ji bo xwendina zarokên wî alîkariya wî bikin.[6]

Di heman salê de, di sala 1848an de li Erziromê wekî konsolos tê peywirdarkirin. Di sala pêncan a vê peywirê de Şerê Qirimê yê di navbera Osmaniyan û Rûsan de dest pê dike û Jaba li eniyên şer ên Rûsyayê tê peywirdarkirin. Ji ber ku Jaba; Agirî, Qers, Erzirom û derdora wê herêmê baş dizane, ji bo wergêrî û rêberiya leşkerên Rûs bike, tê peywirdarkirin.[7] Di sala 1856an de ku Şerê Qirimê bi dawî dibe, peywira xwe ya konsolosiyê ya li Erziromê heta sala 1866an didomîne. Di vê peywira xwe de nêzî 15 salan dimîne û heke meriv wan hersê salên di şerê Rûs-Osmaniyan de jî yên di navbera 1853-1856an de hesab bike bi tevahî 18 salan li Kurdistanê bi kurdan re têkildar bûye.[8]

Ev peywira konsolosiyê ya li Erziromê, peywira dawîn a Jaba ye û di 65 saliya xwe de teqawîd dibe û li İzmirê bi cî dibe. Jabayê ku heta dawiya emrê xwe li İzmirê dimîne, li gel karê wergêriyê bi mamostetiya Fransî re û bi lêkolînên zanistî re mijûl dibe. 3yê Çileya 1894an di 93 saliya xwe de diçe rehma Xwedê û pêşiyê li Kemerê tê defnkirin lê belê paşê ciyê gora wî tê guhertin û bo Karşıyakayê tê guhastin.[9]

Yek ji taybetmendiyên balkêş ên Jaba ew e ku; wî gelek ziman bi qasî pisporên wan zimanan baş dizanî. Jabayê ku bi rûsî, fransî, almanî û tirkî pir baş dizanî, salên her du peywirên konsolosiyê yên li Erziromê û sê salên peywira Şerê Qirimê tê de bi giştî 18 salan li bajarên Rojhilatê dimîne. Jabayê ku demeke dirêj li vê herêmê dimîne, ji Mela Mehmûdê Bazîdî, ku di nameyên xwe yên şexsî de wekî “mamoste" bangî wî kiriye, bi asta berz hînî Kurmancî bûye. Asta Kurmanciya xwe di nameyeke xwe de ku ji Dornê rojhilatnas re dişîne, bi vê gotina xwe derdibire:

Hingî min Kurmancî xwend û gihîştim asteke werê, êdî dikarim bi Kurmancî bixebitim û dikarim wergêrîyê bikim.[10]

Hevnasîna A. Jaba bi Mele Mehmûdê Bazîdî re biguhêre

Jaba ku di navbera salên 1848-1866an de li Erziromê Konsolosiya Rûsyayê kiriye, bi Mele Mehmûdê Bazîdî re li ser ziman, çand û edebiyata kurdî xebatên hevpar kirine. Mele Mehmûdê Bazîdî ku ji Bazîda vê serdemê ye û li medreseyên herêmê perwerde bûye, di warên ziman, çand û edebiyata kurdî de yek ji kesayetên girîng tê qebûlkirin. Bazîdiyê zana û xwedî kesayetiyeke piralî, di gelek warên çanda kurdî de xebatên hêja kirine û piraniya van xebatên xwe jî piştî ku Jaba dinase, derxistine holê.

Dema ku Bazîdî di Medreseya Xanî de mamostetî dikir, di sala 1855an de Şerê Rûs û Osmaniyan dest pê kir û ji ber vê yekê Bazîdî koçi Erziromê dike. Bazidiyê ku wêrankirina vê dagirkeriyê tecrûbe dike, ji ber vê dagirkeriyê birayê xwe dispêre axê. Rewşa lawê wî yê ku alîkariya aborî li Bazidî dike jî xera dibe û ji ber van sedeman Bazîdî bi temamî dikeve rewşeke zor û zehmet. Bazîdiyê ku li Erziromê neçar û belengaz dimîne û haziriya vegera li Bazîdê dike, rêya wî û ya Konsolosê Rûs ê li Erziromê Aleksandre Jaba pev dikeve. Ji xwe berê jî ji aliyê Namzetê Akademiya Zanistan a Petersbûrgê û hevalê wi Bernhard Dorn (1805- 1881) ve jê hatiye xwestin ku derheqê Kurdên wê herêmê de hin lêkolînan bike. Axirî, pêdiviya Jaba bi mamosteyeki, rêberekî hebû ku bikare derheqê Kurdan de lêkolînan bike û pêdiviya Bazîdî jî ji bo zanist û aboriyê bi aligirekî hebû. Lewma ev her du kes ji bo xebatên xwe hatine cem hev.[11]

Armanca Jaba ew bû ku; ji Bazîdî hînî kurdî bibe, nusxeyekê ji berhemên li cem wî bigire û berhemên folklora gel a dewlemend berhev bike. Jaba, paşê ji bo arşîvek çê bibe dê ev bişandana St. Petersbûrgê. Bi vî awayî Bazidî dibe mamoste,rêzan û alîgirekî Jaba. Piştî hevkariya nêzî deh salan, gelek berhemên devkî û nivîskî yên derheqê ziman, çand û edebiyata kurdî de tên berhevkirin û ji bo Akademiya Zanistan a St. Petersbûrgê tê şandin û bi navê Koleksiyona Aleksandre Jaba tê tomarkirin. Her wiha, ev berhemên ku piraniya wan ji pirtûkxaneya Bazîdî derketine û qismekî wan jî bi destnivîsa Bazîdî ne, bingeha xebatên Kurdolojiyê yên li Rûsyayê çê kiriye.

Piraniya vê koleksiyona bi navê Koleksiyona Aleksander Jaba ku 54 dosyayên curbicur pêk tê, ji pirtûkxaneya şexsî ya Bazîdî derketine yan jî bi destnivîsên wî hatine îstinxeskirin, ev yek ji hêla nîşandana çawaniya hevkariya van her du kesan hêja ye. Li gel vê yekê, ev koleksiyon; di warê çand, dîrok, ziman û edebiyata kurdî de nusxeyên herî kevn û hêja yên xebatên klasîk û berhevkariyê dihewîne û ev yek jî vê koleksiyonê zêdetir qîmetdar dike.

Li ser adet çîrok û wêjeya kurdan lekolîn kirine û ew di sala 1860ê de di kovara fransî Recueil des notices et récits de la littérature et des tribus du Kourdistan de dane çap kirin. Her weha ferhengek dest nivîsa Jaba kurdî-frensî, frensî-kurdî hin nehatiye çapkirin heye. Di sala 1879 de Jaba Ferhenga a kurdî Frensî amade kir, paşê bi lêzedekirna zanayê Almanî Ferdinand Justi ku kurdiya wê bi tîpên erebî û transkrîptsya wê ya latînî ji alî Jaba de hatiye amadekirin, hat çap kirin.

Derheqê Navên Cuda yên A.Jaba biguhêre

Navê Jaba di çavkaniyên cîhê de bi awayên ji hev cîhê derbas dibe. Sedema esas a vê yekê ev e ku Jabayê xwedî nasnameyeke piralî, serê xwe bi ziman, dîrok, çand û edebiyata gelek neteweyan re êşandiye û bi gelek zimanan nivîsiye. Ji ber vê yekê navê Jaba di zimanên neteweyên cuda de bi şêweyên cuda hatiye bilêvkirin. Di çavkaniyên Poloniyan de bi navê August Kosciezsa Zaba, di çavkaniyên Rûsan de bi navê August Dementeviç Jaba, di çavkaniyên Almanan de bi navê August Jaba yan jî Auguste de Jaba derbas dibe. Di hinan de jî tê dîtin ku nav an paşnavê wî bi awayên cuda tê gotin. Paşnavê wî; wekî Saba, Shaba, Yaba, Zhaba, Zaba[12], Caba[13] derbas dibe û navề wi jî wekî Aleksandre, Anthony û İskender ketiye belgeyan.[14] Lê li gor tesbîta Jan Dost dewleta Rûsyayê bi taybetî navê lêkolînerên biyanî yên ji bo wan dixebitîn li gor zimanê rûsî diguherand û bo mînak jî qala van lêkolîneran dike, navê herdu pisporên alman Peter Lerch li gor rûsî bû Peter Ivanovich Lerch, navê Albrecht Bernhard Dorn bû Boris Andreevich Dorn. Li gor vê usûlê navê August Jabayê polonî jî bûye Alexandre Jaba.[15] Joanna Bocheńska jî di pêşgotina wergera polonî ya kitêba “Cami‘eyê Risaleyan û Hikayetan” de li ser guherîna navê Jaba disekine û dibêje dibe ku navê Jaba bi şaşî ne August lê wekî Aleksander nivîsîne yan jî ev nav li wan xerîb hatiye loma guherandine û tiştên nêzî vê dibêje.[16]

Oryantalîzm û A. Jaba biguhêre

Ji Kurdologe ewil Garzoni bigire heta bigihîje Jaba, pêgirê çi dewlet an neteweyê bin jî yan jî bi çi nav û sifetê li erdnigariya Kurdan xebatên Kurdolojiyė kiribin jî, îstîsna ne tê de, van kesan helbet armanc û berjewendiyên neteweyî yan olî dabûn ber xwe û kiryarên xwe gori van armancan dirust kirîbûn. Fikr û ramana ku em li vir diparêzin ew e ku rojhilatnas an bi têgîneke din oryantalistên rojavayî, di warê Kurd û Kurdolojiyê de lêkolînên pir giranbiha derxistine holê, lê çi qasî ku ji bo Kurdan tevkariyeke nirxbilind be ji, ev hewl ne tenê ji hezkerina neteweya Kurd bû. Diyarkirin û piştrastkirina vê xalê ne ji bo darazkirina van hewldanên hêja ye, lê divê bi refleksên zanisti ev mesele bê kifşkirin.

Jaba jî weki Minorski, Nikîtin, Garzoni û hwd oryantalistek bû. An na em nikarin ew qas xebat, hewldan, handan û berhevkirinên meydani yên ji aliyê Jaba ve hatine kirin, parçeyek ji wezîfeya wi ya balyoztiya Rûsi ya li Erziromê qebûl bikin. An jî em nikarin bibêjin ku hevalbendê wi Bernhard Dorn yê kuxasmavankarê Akademiya Petersbûrgê bû, jê tika kiriye û wî jî ew qas karên ku pêwisti bi kedeke mezin heye, pêk anîne. Xala ku li vir divê bi girîngî bê kirpandin ew e ku weki Edward Said jî derbirandiye, divê oryantalizm wekî diyardeyeke çandi a politik bê nirxandin ku ew oryantalizm ne bi qasî ku tê gotin disiplineke saf û pak e. Her wiha divê ev dîsîplîn bi vî rengî jî bê pirsyarkirin.

Ji aliyekî din ve, çi Jaba û çi oryantalîstên biyanî yên din, xebat û lêkolinên xwe bị ci mebest, berfirehî û her bi çi motîvasyonê kiribin jî, di vir de ya ku em giringiyê pê bidin ew e ku oryantalîstên Rojavayî derbarê ziman, çand, edebiyat û dîroka kurdî de xebatên ewilîn bi awayekî rêkûpêk kirine. Di wan serdemên kêmderfetiyê yên Kurdan de agahiyên jêneger gihandine ber destên me. Nayê mandelekirin ku ev xebatên oryantalistên ewil, ji bo lêkolînên Kurdolojiya îroyîn bûne bingeheke xurt û kar û barên me yên zanistî li ser van berheman bilind dibin.[10]

Nêrînên Polonîyan Derheqe A.Jaba biguhêre

Li gel vê yekê, em dibînin ku Jabayê Polonî berhemên xwe bi zimanê xwe nenivîsîne, bi piranî zimanê Rûsî û Fransî tercîh kiriye. Tê zanîn ku ev helwesta Jaba ji aliyê welatiyên wî ve hatiye rexnekirin. Heta, astên van rexneyan gihîştiye wê yekê ku hin welatiyan wî yên Polonî ew weki kesayetekî xerab û ziyandar daye naskirin. Bochenskaya Polonî di hevpeyvineke xwe de li ser vê mijarê ev tişt gotine:

Aleksander Żaba/an jî Jaba (żaba bi Polonî maneya beq e) bi rastî Kurdnasekî Polonî bû. Tenê li welatê min ku di dawîyê da serbixwe bûye bibîranîna mirovên wûsa ne tiştekî pir bi nirx e. Yanî rojhilatnas vê dizanin, lê ji bilî wan ev ji bo tu kesî ne balkêş e. Jaba di dema koledarîya me de a ji alîyê Rûsan bûbû karmend û diplomatê Rûsî. Yanî berî her tiştî karîyereke xwe didomand û ji welatê xwe û problemên wî bi dûr ketîbû. Ji bo mirovên wûsa digotin "xayin" û hez ji bibîranîna wan nakin. Lê ez hez dikim. Ji ber ku jîyana mirovî tu car ne yekalî ye. Serpêhatî û jîyana Jaba û van lêkolînên wî belkû dikarin alîyekî din ê vî mirovî nîşan bidin. Dibe kû guhdana wî ji Kurdan re ji ber rewşa welat û xelkê xwe jî derketîye holê? Kî dizane? Ev babeteke pir balkêş e û belkû em îro bi hev ra dikarin jîyana wî bi dîmenekî din bibînin. Tenê mixabin ez nikarim tekstên wî bixwînim ji ber ku Fransî nizanim û ne bi Polonî, ne bi Kurdî jî ev nivîsar hene ...[17]

Binere jî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Avgust Jaba kî bû?” Kurdistan Press, j. 75, 1989, r. 12.
  2. ^ Bazîdî, M. M. (2010). Cami'eya Riseleyan û Hikeyetan Bi Zimanê Kurmancî. (Z. Avci, Ed.) Istanbul: Weşanxaneya Lîs.
  3. ^ Celîlê Celîl, Avgust Jaba Kî bû?, Kurdistan Press, Hj. 75, 1989, r. 12
  4. ^ Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba”, r. 49.
  5. ^ Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba, r. 49.
  6. ^ Celîl, “Avgust Jaba kî bû?” r. 12.
  7. ^ Qanadê Kurdo, “A. D. Jaba û Rola Wî di Pêşdabirina Kurdzanîyê de", Rîya Teze, Hj. 10, 1973, r. 22
  8. ^ Kurdo, “A. D. Jaba û rola wî di pêştabirina kurdzaniyê de”, r. 2.
  9. ^ Rohat Alakom, “Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba", Kürt Tarihi, Hj. 11, İstanbul, 2014, r. 49
  10. ^ a b Öztürk, M. (2017). Koleksîyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî (Çap. 1). Ankara: Weşanxaneya Lîs.
  11. ^ Amir Hasanpour, Kürdistan'da Milliyetçilik ve Dil 1918-1985, (Wer.: İbrahim Bingöl, Cemil Gündoğan), Avesta Yayınları, İstanbul, 2005, r. 161, 162
  12. ^ Rohat Alakom, “Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba”, Kürt Tarihi, j. 11, İstanbul, 2014, r. 49.
  13. ^ Mela Mahmut Beyazîdî, Adetên Kurdîstan, “Ji pêşgotina Rudenkoyê” wer. Delîlo Îzolî, Holland, Tarîx tune, r. 1-2.
  14. ^ Murat Çelik, 'Adat û Rusûmatnameê Tewayîfè Ekradìye, Mela Mehmûdê Bazîdî (Metn û Lêkolîn), Teza Mastirê ya Neçapbûyî, Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Mêrdîn, 2015, r. 29
  15. ^ Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, ç. 2., Lêkolîn: Jan Dost, Nûbihar, Stenbol, 2012, r. 202.
  16. ^ Joanna Bocheńska, “Zbiór uwag i opowieści kurdyjskich - Przedmowa do wydania polskiego-”, Fritillaria Kurdica, j. 9, Kraków, 2015, r. 9.
  17. ^ Jan Dost, "Heypeyvîn bi Kurdnasa Polonî Dr. Joanna BOCHENSKA re", www.kobaniKurd.com, (Djî: 02. 08.2017)