Aslîka Qadir hunermenda kurd e[1].

Aslîka Qadir
Jidayikbûn1945
EsilKurd
PerwerdeZanîngeha Êrîvanê
PîşeHunermend
biguhêreBelge

Aslîka Qadir sala 1945an li gundê navça Axbaranê yê Elegezê (piştra ev gund ket nava sînorên navçên Elegezê, Aragasê û Aragasotinê) ji dayka xwe bûye. Piştî temamkirina dibistana gundê xwe ew salên 1963-1968an di fakûlteta Rojhilatnasiyê da ya Zanîngeha Êrîvanê da perwerdebûna xwe bi cî tîne û gava perwerde, xwendina bilind distîne dibistaneke Êrîvanê da dibe mamosta ziman û wêjeya ermenî û li vir digihîje posteke bilind û bi rûmet ya serwera beşa perwerdê. Piştî çend salan Aslîka Qadir Wezareta Ermenistanê ya Ronkayê (perwerdê) da dibe mêdodîst (pispora karê mamostetiyê).

Çawa piştî hilweşana Yekîtiya Sovyetê li Ermenistanê nijadperestan serî hildan û xwestin bi şikênandina ronakbîrên Kurd, ku yekîtiya miletê Kurd diparastin, dutîretiyê bixin nava olka Kurdên Ermenistanê ser bingeha cihêtiya olê Aslîka Qadir wek mêrekî çarquçikî piştgiriya hogirên xwe-ronakbîran kir û rê neda, ku pirtûkên fêran wek yê bi navê “Zimanê êzdîkî” bên weşandinê. Aslîka Qadir mecbûr ma dawiya salên 90î ji Ermenistanê derkeve û li welatekî Ewropayê bi cî bibe.

Kitêba bi navê "Hunerkom Akademî Mîr 1978-2006" (Firaz Baran - Weşanên Mezopotamya) de kurtejiyana Asliqa Qadir wiha hatiye nivîsandin: "Malbata wê bi eslê xwe ji Qersê ye.

Di sala 1963an de derbasî Radyoya Êrîvanê bû. Li vir 6 sal ked da. Hunermend li radyoyê bername nivîsandin, beşa wêje û helbestê xebat meşandin. Dîsa di radyoyê de 25 stran gotin.

Jiyana Aslîka Qadir ji bilî hunerê jî renga reng e. Wê di sala 1968an de li zanîngeha Êrîvanê beşa Zanistiyên Rojhilat qedand. Piştî wê 15 salan li dibistanên amadekariyê li ser wêje û zimanê Ermenî ders dan. Hunermend li Wezareta Kare Perwerdeyê ya Ermenistanê 5 salan xebitî û mamosta perwerdekirin.

Aslîka Qadir ji bilî Kurdî zimanê Rusî, Ermenî, Farisî, Darî û Almanî dizane. Dîsa di wêje û zimanê farisî de jî pispor e. Ji ber ku gelek zimanan dizane, di sala 1980î de, di dema şerê Efxanistanê de çû wir. Li Efxanistanê nivîsen bi Rusî wergerand Darî û Farsî.

Aslîka Qadir di 29mîn Kongreya Partiya Komûnîst a Ermenistanê de ji bo endametiya Parlamena Ermenistanê hat hilbijartin. Parlementeriya wê 2 salan dewam kir û dema Sovyet rûxiya dev jê berda. Aslîka Qadir di sala 1982an de zilame xwe winda kir. 2 zarokên wê yên bi navê Armanc û Sitella hene.

Albûma Aslîka Qadir "Qasimo" di nav weşanên Akademiya Çand û Hunerên Kurdî de derket."(2)

Çavkanî biguhêre

2. Hunerkom Akademî Mîr 1978-2006: Firaz Baran, Weşanên Mezopotamya, rûpela 32-33, 2007/Düsseldorf