Arxavka rizê, omleta bi birincê cureyeke arxavkê (omlet) ye.

Berkelî (bo çar kesan) biguhêre

Çêkirin biguhêre

Riza xwe di ava xwêkirî (şor) de bikelînin. Bidarivînin û rûnê zeytê berdin ser. Firneya xwe (firûn) bînin ser germiya 180 pileyê.

Hêkên çirpandî, awîşen, bexdenûs, penîr û xwêya xwe di badiyekê de tevdin, birinca xwe jî têxin navê û berdin rûnbirêşkê. Di rûnbirêşk an qalibên pijandinê yên firneyê de bipijînin. Bila ji teflonê be.

Bi qasî 15 deqeyan bipijînin. Bila rûyê wê pirr zer nebe, zêdepijandin nabe. Xwarina xwe li binikên servîsê belav bikin, bînin ser destexaneyê (sifreyê).