Artêşa terrakotayî

Artêşa terrakotayî an jî leşkerên ji xweliyê (bi çînî: 兵马俑, lat. bīngmǎ yǒng) yên împerator Qin Shi Huang, ji peykereyên nêzî 8000 leşker û 520 hesp û 130 dirişkeyê zirxî ên destçêkirî pêk tê.

Dîmenek ji muzeya Leşkerên terrakotayî li bajarê Xi'anê (Çîn)
Artêşa terrakotayî

Peykerên ku di sala 210an B.Z. de hatine çêkirin di sala 1974an de ji hêla cotkarek, li nêzîkê Xi'an li parêzgeha Shaanxi ya Çînê ve hatin kifş kirin. Tê bawer kirin ku artêş parastina gora Qin Shi Huang, dike.

Qin Shi Huang yekemîn împaratorê Çînê û damezrînerê xanedana Qin e. Li gorî dîroknas Si Maqian, çêkirina gorê, di dema ku Qin Shi Huang hê jî zindî bû, di sala 246an (B.Z.) de hat dest pê kin. Çekirina wê 30 salî berdewam kir. Di avakirinê de 700 hezar kes xebitî.

Gor li herêma Lishan li bajarokê Xi'an a parêzgeha Shaanxi ya Çînê ye. Bingeha gorê çargoşe ye, dirêjî 350 metre, firehî 345 metre ye. Di şiklê pîramd da ye û 76 metre bilinde.

Dirêjahiya wan leşkeran di navbera 183-195 santîmetre ye. Îfadeya rûyê her yek ji van leşkeran, ji hev cuda ye. Piranîya peykeran hê di bin axê da ye.

Goristana Qin Shi Huang û Artêşa Terrakotta di 1987an de kete Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCO.

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.

Girêdanên derve biguhêre