Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan

Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan, ARGK navê artêşa bi awayê gerîllayî hatibû damezirandin a PKKê bû. Piştre xwe bi navê HPG ji nû ve birêxistin dike.

ARGK - Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan

Biryara damezirandina ARGKê di Kongreya 3. a PKKê de ku di kewçêra sala 1986ê hatibû lidarxistin de tê dayîn. Beriya wê hêzên çekdarî yên PKKê bi navê HRK (Hêzên Rizgariya Kurdistanê dihatin binavkirin.

ARGKê xwe li seranserê Kurdistanê bicih kiribû. Şerê klasîk ê gerîllayî bi hin taybetiyên gelê kurd ve dewlemend dikir, li gorî stratejî û taktîkên nûjen ên leşkeriyê tevdigeriya. Bingehê taktîka tevgerê şerê gerîllayî bû.

Baregehên wê yên ku nediketin keysa êrîşa firokeyên şer ên ji koma F (F5, F 16 ûêd), MIG û Mirrageyan hebûn. Bo mînak berageha Cudî wisa bû.

Ji mêr û jinan pêk dihat. Ji her deverên Kurdistanê, ji her ol, bawerî û çînê şervanên wê hebûn. Gelek şervanên ji neteweyên din jî di nava xwe de dihewand. Bo mînak, ereb, rûs, fînlandî, alman, tirk, laz, terekeme, yewnan, spanî ûed.

Ûnîformên wan dişibiyan kincên folklorîk ên kurdî, bi taybetî yên herêma Botanê. Bi çekên biçûk ên bo şerê gerîllayî ne şer dikirin. Aboriya artêşê di destê PKKê de bû. Qismek çekên xwe ji di şer de ji leşkerên artêşên dijber (ên Tirkiye, Îran, Îraqê) bidestdixistin.

Bi gel û sîvîlan re bi awayê demokratîk têkilî dadianîn. Alîkariya gel dikirin. Pirsgirêkên gel ên wekî dadî, tenduristî jî didan ser xwe. Dîlên xwe bi normên nûjen xwedî dikirin.

Tevlîbûn bi biryara azad bû. Çend caran ARGKê kampanyayên tevlîbûna mecbûrî lidarxistibe jî, prînsîp nedihat guhertin. Kê bixwesta dîsa jî dikaribû "zagona eskeriya mecbûrî" nepejirîne.

ARGK sala 2000'î bi navê HPGê ji nû ve tê saz kirin, navê wê dibe Hêzên Parastina Gel.

Gotarên têkildar biguhêre