Arjen Arî

Nivîskarê kurd

Arjen Arî (jdb. 1956 li gundê Çalê, Nisêbîn − m. 30ê çiriya pêşîn a 2012an li Amedê), nivîskar û helbestvanekî kurd bû.

Arjen Arî
Nivîskarê kurd Arjen Arî (2012)
Jidayikbûn1956
Mirin30ê çiriya pêşîn a 2012an (56 salî)
Amed
EsilKurd û mehelmî
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Arjen Arî di sala 1956an de, li herêma Omeriyan, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdehî ya Amedê beşa zimanê tirkî qedand. Weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyeké di hepsê de ma. Ew berdan, lê helbestên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel ku weke cara pêşîn di kovara Tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin, ya rast, helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sê malikan (beytan) pêk dihat.

Malikek jê ev bû:

Du mirin kirin mahne,
rakirin ling Nisêbînê
Xewa sibê bela kirin,
avêtin nav tirs û xwînê.

Her wisa, beriya 12ê îlonê helbestên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stranî dihatin gotin. Wek:

Tewrik tewrik tewriko, tevriko
Ber tayê pembû xweş biko, tevriko
Roja me jî hindiko, tevriko
Maldar bi qurbana mi ko, tevriko
Tevrik tevrik tevriko, tevriko

Anjî:

Roja pala erzan e
Kufletê mal girina
Mala te xera bibe maldar
Ma qey tu pê nizane!

Piştî 12ê îlonê de ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû û birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê de Arjen Arî li Amedê dijî.

Helbestvan Arjen Arî ku demek bû ji ber nexweşiya pençeşêrê (kanserê) li nexweşxaneyê dihate dermankirin di 30ê çiriya pêşîn a 2012an de li Amedê çû ber dilovaniya Xwedê. Qebrê wî li Qebristana Amedê ye. Piştî mirina wî bi cehd û hewldana malbata wî û Weşanên Sor li ser navê wî pêşbirka Helbestê saz kirin û her sal yek şair xelata xwe ji dest jurî werdigire. Weşanên Sor hemû helbestên wî di sala 2019an de, di setekê de kom kirin. [1]

Nivîsarên wêjeyî û helbestên wî yên cuda biguhêre

Berhemên wî biguhêre

Bîbliyografî biguhêre

  • Kovara W, 32 (2010). Dosye: Arjen Arî.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://www.rudaw.net/turkish/culture-art/15092019. {{cite news}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  • Arjen Arî (2010). Bîhoka li pişt sînor. Avesta.
  • Kovara W, 32 (2010).

Girêdanên derve biguhêre