Aram Gernas

Nivîskarê kurd

Aram Gernas, nîvîskar û rewşenbîrekî kurd e.

Aram Gernas
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Aram Gernas ji Farqînê ye. Xwendina xwe ya sereta û navîn li vî bajarî temam kiriye. Piştî lîseyê, bi temamkirina Înstîtuya Perwerdeyî xwendina xwe a bilind xilas kiriye û dest bi karê mamosteyiyê kiriye. Piştî cuntaya leşkerî ya 12ê îlona 1980an gelek caran hatiye girtin û zêrandin. Di sala 1983an da wek penaberek polîtîk derketiye dervayî welat û li Swêdê bi cîh bûye. Li wê derê jî, digel xebatên wî yên kurdperwerî, ji nû va dest bi xwendina Zanîngeha Mamosteyî ya Bilind kiriye. Li zanîngehê ji bo mamosteyiya kurdî perwerde bûye û dest bi mamosteyiya zimanê kurdî kiriye. Digel karê mamosteyiyê, bi salan karên redaktorî û nivîskariya kovarên Roja Nû, Berbang, Çira û rojnameya Dengê Azadî jî meşandiye. Ev 5 sal in ku vegeriyaye welat û li vê derê dijî.

Di gelek kovarên zindî yên Tirkiyê û welat da û di malperên înternetê da gelek nivîsarên wî derçûne.

Ev 5 sal in ku vegeriyaye welat û li vê derê dijî. Xebatên wî yên nivîskariyê, her bi zimanê kurdî ye.

Berhemên wî yên derçûyî biguhêre

  • Rêvebirî û redaktoriya gelek kovarên kurdî kiriye.
  • Ji zimanên Swêdî romanek zarokan û piyesek wergerandine zimanê kurdî.
  • Şervanê Biçûk ê Vîetnamî (werger-Kurteroman, Weşanên Roja Nû, 1988, Stockholm)
  • Zembîlfiroş (Piyes-Drama, Weşanên Roja Nû, 1995, Stockholm)
  • Baxçê Zarokan 1 (Stran û muzîka zarokan- Kurmancî-Soranî), Weşanên Apec, 1997, Stockholm)
  • Baxçê Zarokan 2 (Stran û muzîka zarokan- Kurmancî-Soranî), Weşanên Spartryck, 2001, Stockholm)
  • Hemend (Çîrok, Weşanên Spartryck, 2001, Stockholm)
  • Romeo û Julîet (Werger, Piyes-Drama, Weşanên Helwest, 2002, Stockholm)
  • Bêrî (Werger – Belgeroman, Weşanên Perî, 2002, Îstenbol)
  • Aliko och Sparvhöken (Werger bi Swêdî, romanek zarokan, W. Roja Nû, 2005, Stockholm)
  • Toqa Naletê (Roman, Weşanên Doz, 2007, Îstenbol)
  • Baxçeyê Zarokan (Stran û muzîka zarokan- Kurmancî) Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin A Diyarbekirê – 2008 Diyarbekir)

Aram di nîvaserek xwe da wiha dêje: « neteweperwerî bo Kurdan şanazî ye… Divê bête zanîn ku neteweparêzî berî herkesî heqê Kurdan e… »

Mamoste Aram bi zimanê swêdî jî dinivîsîne û endamê Pen a Swedê ye.

Di kovara Mehnameyê de Lokman Polat ji bo Aram Gernas wiha dinivîsîne: « Aram Gernas kedkarê çand, edebiyat, huner û muzîka kurdî ye. Wî di van hêlan de xebatên gelek hêja kiriye û niha jî dike. »

Girêdanên Derve biguhêre