Hiş an aqil[1], yek ji fonksiyonên kompleks û taybet ên mejî ye.

Şîrovekirina hişê pirr dijwar e, lewra yê şîrove dike hiş bi xwe ye. Ji ber wê gelek cureyên şîrovekirina hişê hene. Hin dibêjin, hiş jî wekî ruh fonksiyoneke ji organîzmaya mirov azad e. Heger mejî xêvjimêr (kompûter) be, hiş jî nivîsbariya bingehîn e. Hin fîlozofruh û aqil yek dibîne.

Hiş yek ji mijarên felsefî ye. Di zimanê Kurdî de gelek fonksiyonên mejî bi hiş ve tên girêdan. Bo mînak, hişmendî, hişar, binhişar, hişyarî hwd. Bêjeya aqil û ruh piştî pejirandina ola Îslamê ketiye zimanê kurdî.

Mirov dikare bêje, di fîlozofiya kurdan de jî wekî gelek fîlozof îdîa dikin eqil ji organîzmayê azad tê nirxandin. Fonksiyonên mejî pirranî bi hiş û yên organîzmayê jî pirranî bi hest ve tên girêdan. Bo mînak hestmendî hwd. Helbet ve angaştek e û analîzkirina zimên bi serê xwe ne ti hertişt e.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Zana Farqînî (2009)