Antolojiya çîrokên Nûbiharê (pirtûk)

Antolojiya çîrokên Nûbiharê navê pirtûkek wêjeyî ya ji berhevkirinên di kovara Nûbiharê de hatine weşandin e.

Di edebiyata kurdî de kovara herî temen-dirêj Nûbihar e, ji 15 salan pirtir e ku weşana xwe bi kurdiyeke xwerû dike û niha jî gihîştiye hejmara 104ê.

Her wekî gelek kurdî-hez jî baş dizanin, di Nûbiharê de pir nivîskar û şaîran berhemên xwe pêşkêş kirine. Ji van berheman jî çîrok û helbest û pexşanên berkeftî û serkeftî hatine weşandin.

Antolojiya Çîrokên Nûbiharê jî, ji van çîrokan pêk tê, ên ku di kovara Nûbiharê de weşiyane.

Ayhan Geverî, ji hejmara yekê heya hejmara 99ê arşîva Nûbiharê daniye ber xwe û di nava vê arşîva hêja de jî 34 çîrok hilbijartine û ew daxilê Antolojiyê kirine.

Her wekî Geverî di pêşgotina pirtûka xwe de jî behs dike, di Nûbiharê de zehf çîrok hatine weşandin, lê ên ku di Antolojiyê de cih digirin çîrokên modern û ên ku li gor zewqa amadekarê Antolojiyê ne... Jixwe Ayhan Geverî jî li ser vê di pêşgotinê de wisa dibêje: “Ji bo hazirkirina vê antolojiyê, min hemû çîrok û çîrçîrokên baş û nebaş ên di Nûbiharê de weşiyane, berhev kirin. Bi rastî jî eger min hemû çîrok êxistibana nava antolojiyê dê hecmê antolojiyê gelek zêde biba.”

Ayhan Geverî di pêşgotinê de her wisa ji bilî hilbijartina çîrokan, behsa maceraya çîroka kurdî jî dike, antolojiyên çîrokên kurdî ên heya niha hatine weşandin jî dinirxîne.

Di Antolojiya Çîrokên Nûbiharê de çîrokên 27 çîroknivîsan cihdigirin, ên wekî Ali Karadeniz, Ayhan Meretowar, Bavê Xecê, Berhîm Paşa, Cankurd, Dilşad Mutî, Felat Dilgeş, Husein Muhammed, Rahmetullah Karakaya, Ronî War, Roşan Lezgîn, Selman Dilovan, Sidîq Gorîcan, Silêman A., Zilkîf Xweşhêvî.

Di Antolojiyê de 34 çîrok û ji bilî çîrokan jiyanên çîroknivîsan jî hene û jiyanên çîroknivîsan him li pêşiya çîrokan cihdigirin him jî di dawiya Antolojiyê de hemî bi hev re hatine dan. Her wisa kronolojiya çîrokên antolojiyê jî beşek din e ku di vê antolojiyê de xwandevan dê bibîne ka kîjan çîrok di kîjan hejmara Nûbiharê de û di kîjan tarîxê de hatiye weşandin.

Antolojiya ku ji Weşanên Nûbiharê de derketî 293 rûpel e.

Ji bo agahiyên berfirehtir biguhêre

  • Antolojiya Çîrokên Nûbiharê – Ayhan Geverî

Îrtibat: Weşanên Nûbiharê Büyük Reşitpaşa Caddesi Yumni İş Merkezi Vezneciler-İstanbul Tel&Faks: (0212) 519 00 09