Antîsemîtîzm dijminatî, pêşdarazî, an cihêkariya li hember cihûyan e.[1][2][3] Kesê ku nêrînên wiha bigire jê re dibêjin antîsemît. Antîsemîtîzm wekî cureyek nijadperestiyê tê dîtin.[4][5]

Stêrka zer a ku Naziyan (wek sembolek antîsemîtîk) ji bo welatiyên cihû bikardianîn.

Antîsemîtîzm dibe ku bi gelek awayan were xuyakirin, ji îfadekirina nefret an cudakariya li hember cihûyan bigire heya pogromên organîzekirî yên ji hêla girse û hêzên polîs ve, an jî êrîşên leşkerî yên li ser civakên cihû. Her çend ev têgîn heya sedsala 19an nehatibe bikaranîn jî, ew li ser bûyerên dijî cihûyan ên berî sedsala 19an û yên piştî wê jî tê sepandin. Mînakên navdar ên çewisandinê ev in: Komkujiyên Rheinlandê yên beriya Sefera xaçperestan a yekem di sala 1096an de, Fermana Derxistina ji Înglistanê di sala 1290an de, çewisandina cihûyan a 1348-1351an di dema Mirina Reş de, komkujiyên cihûyên Spanyayê di 1391an de, çewisandinên Enkîzîsyona Spanyolî, derxistina ji Spanyayê di 1492an de, qetlîamên Kozakan li Ûkraynayê ji 1648an heta 1657an, êrîşên cuda yên li dijî cihûyan li Împeratoriya Rûsyayê di navbera salên 1821 û 1906an, bûyera Dreyfus li Fransayê ya 1894-1906an, holokosta li Ewropaya di bin dagirkeriya almanan de di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de û polîtîkayên Sovyetê yên dijî cihûyan. Her çend di dîrokê de diyardeyên antîsemîtîzmê herî zêde li Ewropaya Xiristiyan pêk hatine, ji destpêka sedsala 20an vir ve antîsemîtîzm li Rojhilata Navîn zêde bûye.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "anti-Semitism". Oxford Dictionaries - English. Ji orîjînalê di 8 tebax 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2018.
  2. ^ "anti-Semitism". Merriam-Webster Dictionary. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2018.
  3. ^ See, for example:
  4. ^ Şablon:UN doc
  5. ^ Nathan, Julie (9 çiriya paşîn 2014). "2014 Report on Antisemitism in Australia" (PDF). Executive Council of Australian Jewry. r. 9. Ji orîjînalê (PDF) di 12 nîsan 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2018.