Anemî

Eger ji ber hin sedeman di nav xwînê de hejmara xirokên sor kêm bibe, ev rewş wekî kêmxwînî tê binavkirin

Anemî (bi yewnaniya kevn: ἀναιμία, lat. anaimía; bi latînî: anaemia) kêmbûna xwînê nexweşiyeke xwînê ye û xwe bi kêmbûna hemoglobîn û erîtrosîtan yan jî kêmbûna herduyan dide der.

Heger hin nirxên xwînê ne li cih bin, wekî sîmptoman xwe bi nexweşiyan dide der.

Hin nîşaneyên anemiyê biguhêre

  • Bêhemdketin, westîn (betilîn)
  • Di çermê nerm (bo mînak ziman hwd) û hişk (ziwa) de werim
  • Xerabûna konsantrasyonê
  • Xwêdan
  • Serêş
  • Lêdana dil an di rîtma lêdanê de xerabûn
  • Bêhntengbûn

Piştî testên xwînê nirxên xwînê derdikevin holê û bijîşk gorî wê cureyê anemiyê tesbît dike. Lewra gelek cureyên wê hene.

Hin cureyên anemiyê biguhêre

Her ji van anemiyan jî nava xwe de gelek binekoman pêk tînin. Anemî tabloya gelek nexweşiyan e.