Ani (bi zimanê ermenî Անի) bajarekî dîrokî yê li Qersê ye û paytexta kevnar a Şedadî û xanedana Bagratuniyan e. Ji ber ku bi sedan sal in bêkes e wêran bûye.

Anî
Bajar, şûnwarê arkeolojîk û cihê turîstîk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koordînat: 40°30′27″Bk 43°34′22″Rh / 40.50750°Bk 43.57278°Rh / 40.50750; 43.57278
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Paytexta
  • Bagratid Armenia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Xemilandinên di hundirê dêrekî de.

Erdnigarî biguhêre

Bajarê Anî îro dikeve ser sînorên Ermenistan û Tirkiyê û bilindahiya bajêr 1338m e. Li dora wê newaleke kûr heye e û cemê Axûryan/Arapcay/Harpasus, yê ku sînora du welatan destnîstan dide, ji kêlekê ve derbas dibe. Anî ji bajarê Qersê qasî 42 km dûr e û li basûr-rojhilatê bajêr disekine.

 
Ani, dêr û sîtadela Gregorê pìroz

Dîrok biguhêre

 
Ji xeynî qatedral û dêrên bêhempa, mizgefta Menuçehr jî li Anî peyda ye.

Anî di cavkaniyên ji sedsala 5'mîn de weke war û kelheke ermenî derbas dibe. Di sala 763an de kete destê bagratîdên ermenî û di sedsala 10'mîn de wergeriya yek ji bajarên herî girîng ên herêmê. Keyê Aşot III ê bagratûnî ku ji 951ê heta 977an desthilatdariyê dikir, Anî di sala 961ê de weke paytexta keyaniya xwe hilbijart. Gava bajar di sala 1045an de derbasî bîzansiyan bû, Anî ya ku dikeve ser riya îpêkê bi navê "Bajarê hezar û yek dêran" bi nav û deng bû û gelheya wê 100 hezaran derbas dikir.

Di roja 16'e tebaxê 1064an de Anî ji aliyê Selçûkan ve hat bidestxistin û kete bin hikma îslamî.[çavkanî hewce ye] Siltan Alp-Arslan bajêr di sala 1072an de da destê Şedadiyan.[çavkanî hewce ye] Şedadiyên ku xanedaneke kurd a li Gence û Dwînê bûn li Anî hikm dikirin heya ku bajar di sedsala 12'mîn de kete nav keyaniya gurcuyan û bi vî havî ji nû ve kete destê xirîstiyanan. Ji sala 1125an heta 1209an çend caran ser derket û Anî di sala 1239an de kete bin destê moxolan. Di sala 1319an de - Anî êdî ji aliyê Aq Qoyunlu û Qara Qoyunluyan ve dihat rêvebirîn - erdhejeke pir giran pêk hat û pirraniya bermahiyên dîrokî zerar dît. Ji sedsala 14emîn pê ve êdî gelheya bajêr her ku çû kêmtir bû. Ji sala 1534an pê ve Anî kete nav sînorên împeratoriya Osmanî û ji 1878an heta 1917an herêmeke împaratoriya rûsî bû.

Di salên 1892/1893an û 1904-1917an oryentalîstê rûsî Nikolai Jakovlewîc Marr cara ewil lêkolînên arkeolojîk pêk anî.

 
Sûrên bajêr (bakûr), nîgarek ji sala 1885an

Rewşa bajêr a îro biguhêre

Îro Anî bajarekî wêran e û sêwî maye. Bi gelemperî ji bo mîmariya xwe ya ermenî û bermahiyên dîrokî yên bêhempa nas e. Kesên ku li Anî dimînin bi gelemperî leşkerên romî ne û mêvanên bajêr ji tûrîst û gundiyên Ocakliyê (gundekî cîran ê Anî) ne.

Xebatên xirab û çewt ên restorasyonê, vandalîzm, erdhejên xwezayî û yên ku ji teqînên di kaneke keviran a li aliyê Ermenistanê de pêk tên ji Anî re tahlûkeyeke mezin in. Bermahiyên ku meriv kare bêje hê ne bi windabûyînê re rû-bi-rû mane ev in: Çend beşên sûrên bajêr, katedrala ku di nava salên 1001ê heta 1010an hatiye lêkirin, çend dêrên dîrokî, sîtadel û sarayek ku di dawiya sedsala 20'mîn de bû qurbana "xebatên restorasyonê".

Hêjayî gotinê ye ku nasname û paşeroja ermenî ya Anî ji aliyên tirk ên fermî ve car caran tê veşartin. Li ser tabelayên daxuyaniyê yên ku li Anî hatine çandin tenê behsa "mîraseke xirîstiyanî ya di nava Împaratoriya Osmanî de" tê behskirin. Heta demeke kin ji bo têketina bajêr destûreke taybet pêwîst dibû ji ber ku ew herêm weke herêmeke leşkerî dihat bikaranîn. Lewra, ji ber ku ev der li ber sînora Ermenistanê ye, wêne kişandin jî heta demekê qedexe bû. Ji bo ku Anî ji turîzmê re bê qezenckirin gelek der ji raya giştî re hate vekirin. Tenê sîtadel (bi tirkî: İç Kale) û sînor hê jî herêmên leşkerî ne û lewra ji raya giştî re girtî ne.

Anî berê navenda katolîkosekî bû.

Çavkanî biguhêre

  • P. Cuneo u. a.: Ani (Documenti di Architettura Armena 12). Mailand 1984.
  • N. Marr: Ani. Rêve d'Arménie. Paris 2001.
  • S. Peter Cowe (Hrsg.): Ani: World Architectural Heritage of a Medieval Capital. Leiden 2001.

Girêdanên derve biguhêre