Amt

Şaredariyeke Almanyayê

Amt cureyekî dabeşkirina îdarî ye ku komeke şaredariyan bi rê ve dibe, îro tenê li Almanyayê heye, lê berê li welatên din ên Ewropaya Bakur jî berbelav bû.[1]

Almanya biguhêre

Amt (pirjimar: Ämter) tenê li Bundesländerên (dewletên federal) Almanyayê yên Schleswig-Holstein, Mecklenburg-Vorpommern û Brandenburg hene.[1]

Pênas biguhêre

Amt bi navçeyan (Kreis) ve girêdayî ne û komeke şaredariyan in. Bi gelemperî ji şaredariyên biçûk (Gemeinden) pêk tên. Şaredariyên mezintir bi Amt-an ve girêdayî nînin û ji wan re Amtsfreie Gemeinden (şaredariyên serbixwe) dibêjin; dibe ku hin ji van şaredariyan ne bi Kreis (navçeyekê) ve girêdayî bin û ji wan re kreisfreie Gemeinden dibêjin. Dema ku ew ne bi Land (herêm) ve girêdayî bin jî ji wan re Stadtstaaten (pirjimara Stadtstaat), ango bajar-dewlet (wekî Berlîn û Hambûrg) dibêjin.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. ^ a b Püttner, Günter (21 çiriya paşîn 2013). Handbuch der kommunalen Wissenschaft und Praxis: Band 1: Grundlagen und Kommunalverfassung (bi almanî). Springer-Verlag. r. 333. ISBN 9783662119679.