Amerlû (ameranlû, amerî an jî emerî) êleke mezin a kurdan e.

Ev êl li Gîlanê, Tehranê, Dilêman, Mazendaran û Xoresanê belav bûye. Ameranlû ji aliyê şah Ebasê sefewî ve di sedsala 17em de ji Kurdistanê hatine koçberkirinê bakurê Îranê[1].

Di dema qecaran de amerlû yek ji êlên herî bihêz bûn û xinamiye malbata qecar bûn. Ameranlû îro bi taybetî li paytexta Mazendaran, li Sariyê, di dema qecaran de navê taxeke Sariyê Kord Mahalle (taxa kurdan) girtiye, û li navçeya Amerlû li Gîlanê dimînin. Amerlûyên Tehran û Mazendaranê bi beşî asîmîle bûne, herwiha li hin herêman erebî (li vê herêmê eşîrên ereb hene û amerlû di nav wanan de heliyane), li hinekan jî farisî an tirkmenî diaxivin. Li Xoresanê ameranlû yek ji heft êlên kurdan ên mezin in (zaferanlû, şadlû, topkan, kawanlû, qereçorlû û lek)[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre