Amed Çeko Jiyan

Nivîskarê kurd

Amed Çeko Jiyan, rojnamevan û nivîskarekî kurd e.

Amed Çeko Jiyan
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1980an (44 salî)
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Amed Çeko Jiyan di sala 1980î de li Misirca Sêrtê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li Misircê, dibistana navîn li Sêrtê li Îmam hatîbê, lîseyê li Misircê, dibistana bilind beşa elektrîkê li Zanîngeha Amedê û li Zanîngeha Elezîzê li Beşa Mamostetiya Karên Metalî xwendiye. Ji ber sedemên cuda zanîngeh kuta nekirin.

Di sala 2004an de li Elezîzê serkêşiya derxistina fanzîna bi navê Çirûsk ku bi 4 hejmaran derçû, kir. Di damezrandina Koma PCKurdê de cih girt û di serî de Mozilla Firefox, gelek bernameyên komputerê wergerandin kurmancî. Di demên dawî yên Mehmed Uzun de jê re asîstanî kir. Ji destpêka sala 2008an ve li rojnameya Azadiya Welat wekî edîtorê rûpela zarokan, edîtoriya malperê dike û di beşa redaktoriyê de cih digire. Çîrok werger û gotarên Amed Çeko Jiyan di weşanên wekî Çirûsk, Kulîlk, Kulîka Ciwan, Kovara W û Azadiya Welat de weşiyane. Bi dehan fablên Ezop wergerandine kurdî û di rojnameya Azadiya Welat û Kovara Peyv de weşandine.

Secereya Amed Çeko Jiyan biguhêre

Amed Çeko Jiyan kurê Hacî Hikmet (Mîthat) kurê Hesen kurê Elî kurê Silêman kurê Cindî kurê Qasim kurê Eledîn (?) kurê Evdal (?) e.

Amed Çeko Jiyan hê jî li Amedê dijî û karên xwe yên li ser kurdî dewam dike.

Berhem biguhêre

  • Varjabed, kurteçîrok, Weşanên Lîs 2010. (ISBN: 978-605-5683-25-2)
  • Welcome to Amed, Rêbera Axaftinê, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 2010. (ISBN: 978-605-86865-7-1)
  • Berbang jî Şahid e, kurteçîrok, Weşanên J&J 2014. (ISBN: 978-605-4852-26-0)

Çavkanî biguhêre

http://www.kurdilit.net/?p=2872&lang=en