Algûne, sorava dêmê, berhemeke kozmetîkê ye, li dêman didin. Pirranî di rengê sor an tonên sorê de ne, bo sorkirina dêman bikartînin. Di hin zimanan de algûne jî bi navê rûjê tê binavkirin. A rastî herdu jî yek in, lê rûj ji bo lêvan, algûne jî bo dêman e.

Algûne bo dêman e

Di formêm tîr û ron de, carnan bi hin têkelên din tên firotin. Gorî rengê çermê û li ser daxwazê cure rengên algûnê tên bikaranîn. Divê kêm li dêman bidin, heger pirr be û bi firçeyê neyê belavkirin, makyajeke baş dernayê.

Algûneyên wekî spiyawê hatine hilberîn, ne bi firçeyê lê bi ponponê tên bikaranîn.