Alfabeya êzidî (bi tîpên êzidî: 𐺀𐺠𐺨𐺙𐺁𐺦𐺨𐺀 𐺀𐺨𐺏𐺋𐺨), alfabeya kurdî ya kevnar e ku li gorî hin akademisyenên li sedsalên 13-14[1] hate xulîqandin. Pirtûkên ola êzidiyan Mishefa Reş û Cilwe pê hatiye nîvîsandin[2]. 47 tîpên vê alfabeyê hene. Alfabeya êzidî wek erebî, îbranî û asûrî jî ji aliyê rastê ta çapê tê nivîsandin û bikaranîna vê alfabeyê konsonant e[1].

Rûpeleke Cilweyê ya bi alfabeya êzidî

Ew alfabe tenê ji bo kurmancî û behdînî dihate karkirinê, lêbelê niha tenê di nav mijarên dînî de tê karkirinê[1].

Unicode biguhêre

Li sala 2012 Unicode cihên 64 tîpên di nav rêzeçiya de U+10E80 — U+10EBF ji bo alfabeya êzidî ragirt. ISO 15924 koda alfabeyê [Yezi] ye[3].

Li sala 2021 Google fonteke azad ji malbata Noto ji bo alfabeya êzidî weşand[4].

Alfabeya Êzidî[1][2]
Xişteya kodan ya Fermî ya Yekîtiya Unicodê (PDF)
  0 1 2 3 4 5 6 7 8 9 A B C D E F
U+10E8x 𐺀 𐺁 𐺂 𐺃 𐺄 𐺅 𐺆 𐺇 𐺈 𐺉 𐺊 𐺋 𐺌 𐺍 𐺎 𐺏
U+10E9x 𐺐 𐺑 𐺒 𐺓 𐺔 𐺕 𐺖 𐺗 𐺘 𐺙 𐺚 𐺛 𐺜 𐺝 𐺞 𐺟
U+10EAx 𐺠 𐺡 𐺢 𐺣 𐺤 𐺥 𐺦 𐺧 𐺨 𐺩 𐺫 𐺬 𐺭
U+10EBx 𐺰 𐺱
Çavkanî
1. Li gorî versyona Unicode ya 13.0

Mijarên têkildar biguhêre

Wêje biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c Proposal for encoding the Yezidiscript in the SMP of the UCS, A. Rovenchak, D. Pirbari, Erdal Karaca, 11/03/2019
  2. ^ http://www.rbardalzo.narod.ru/4/ezid.html
  3. ^ Yezidi li ser Scriptsource.org
  4. ^ "Google Fonts". Google Fonts (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 tebax 2022.